Şandeyeke ku ji endamên Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) pêk dihat, ji bo lêkolînan serdana bajarê Kobanê kir.
Şandeyê bi nûnerên saziyên av, tenduristî, ceryan, perwerde, înternet û aborî re civiya, li ser bandorên dorpêçê yên li ser bajêr û rewşa kesên ku bi zorê koçber bûne guhdarî kir.
Nûneran ji şandeyê xwestin ku rewşê ji nêz ve bişopîne û tedbîrên pêwîst bigire.
Piştî nîqaşkirina rewşa li bajarê Kobanê ku bi rojan e di bin dorpêçê de ye, şandeyê dibistan, baxçeyên zarokan, nanpêjxane û mizgeftên ku kesên ku bi zorê koçber bûne lê dimînin, kontrol kir.
(AY)

