Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
UNICEFê ji bo perwerdeya li pêşdibistanan lêkolîn li 41 welatan kiriye. Tirkiye di rêza herî dawiyê de ye.
Di raporê de hatiye eşkerekirin ku welatê ji bo perwerdeya pêşdibistanan herî baş Lîtvanya ye, piştî wê Fransa û Îzland tên.
Bixwîne - OECD: Xwendekarên herî xemgîn ên dinyayê li Tirkiyeyê ne
Li hemî welatên Ewropayê her zarok dikarin biçin pêşdibistanan lê li Tirkiyeyê ji her sê zarokan yek nikare biçe pêşdibistanan.
bixwîne - Li gorî Wezaretê jî li Tirkiyeyê rewşa perwerdeyê ne baş e
Ji sedî 10 li sinifê dimînin
Li gor daneyan li Tirkiyeyê ji sedî 10ê zarokan di sefê(pol, sinif) dimînin. Herî zêde zarok li Belçîkayê di sinifê de dimînin. Li wî welatî ji sedî 34ê xwendekaran li polekê du caran dixwînin.
Li Tirkiyeyê ji sedî 4,8ê zarokan xwendina destpêkê an jî ya nêvê li dibistanên taybet dixwînin.
(OI/HK)