Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fona Alîkariya Bi Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) aşkere kir ku li Yemenê milyon û 200 hezar zarok li herêma rasterast di bin gefa şerî de ne dijîn.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev zarok an rasterast li herêmên şerî an jî li herêmên pevçûnên giran çêdibin dimînin. Hatiye gotin ku her roj an heşt zarok dimirin, an birîndar dibin, an jî neçar dimînin ku şer bikin.
Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê, Christian Schneider dîrektorê Almanyayê yê UNICEFê, beriya li Cenêvê konferansa alîkariya navnetewî ya ji bo Yemenê dest pê bike, bang li aliyên şerê li Yemenê kiriye û gotiye, “Bila şerê li Yemenê yê li hemberî zarokan bi dawî bibe. Aliyên şer dikin û ew kesên bandora wan li ser van aliyan hene, ji parastin û alîkariya sivîlên bêguhen berpirsiyar in”.
UNICEFê aşkere kiriye ku li welêt 11 milyon zarok hene û alîkariya mirovî ji bo ji sedî 80yî van zarokan pêwîst dike. Rêxistinê her weha destnîşan kiriye ku 2 milyon zarok ji ber xwarinê kêm bi dest dixin, di bin xetereyê de ne û 360 hezar zarokên di vê rewşê de dibe ku di demeke kurt de bimirin. (AO/FD)
* Foto: UNICEF/Arşîv