Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li Xezeyê zarok ji ber bombebaran, birçîbûn û kêmasiya xizmetên jiyanî yên sereke jiyana xwe ji dest didin.
Li gorî daneyên UNICEFê; di 22 mehên dawî de li Xezeyê zêdetirî 18 hezar zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ev yek jî tê wê wateyê ku li Xezeyê her roj 28 zarok jiyana xwe ji dest didin.

Li Xezeyê heta niha 60 hezar û 34 kes mirine
UNICEF’ê da zanîn ku ev yek karesateke mirovî nîşan didin û bang kir û got; "Pêdiviya zarokên li Xezeyê bi xwarin, av, derman û parastinê heye. Lêbelê beriya her tiştî bi agirbestê heye."
Her wiha li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Gulana 2025’an ve li Xezeyê zêdetirî hezar û 500 kesan li cihên belavkirina alîkariyan yan jî li ser rêyên alîkariya mirovî dema ku xwestine xwe bigihînin xwarinê hatine kuştin. Hate diyarkirin ku ev mirin li herêmên alikariyê yên di bin kontrola leşkerên Îsraîlê de pêk hatine.

Li Xezeyê di 19 mehan de 16 hezar û 506 zarok hatin kuştin
(AY)

