Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kiriye ku li Libyayê ji ber pevçûnan ji 115 hezrî zêdetir zarok ji perwerdeyê mehrûm mane.
Di daxuyaniya nivîskî ya UNICEFê da hatiye diyarkirin ku bûyerên tundiyê yên li Trablusa paytext û dorberê wê zêde bûn li ser perwerdeya zarokan tesîreke neyînî dihêlin.
Wekî mayîn hat destnîşankirin ku di pevçûnên li herêmên Eyn Zara, Ebu Salîm û Sug el Cumeyê da 5 xwendingeh hilşiyan, 210 xwendingeh hatin girtin û 115 hezar xwendekar ji perwerdeyê mehrûm man.
- "Dibê malbat di navbera ewlehî û perwerdeya zarên xwe da nemînin"
Di daxuyniyê da hatiye diyarkirin ku êrîşên dawîn ên birin ser xwendingehan û zêdebûna neewlebûna li dorberê Trablusê jiyana zrokan dixe xetereyê û wiha hat gotin: "Dibê tu malbatek di navbera ewlehî û perwerdeya zarên xwe da tercihekê neke."
Di daxuyaniyê da bal kişandin ku xwendingeh êdî ji bo zarokan ciyê hîbûnê nînin ciyên tirsê ne, zarokên neçin xwendingehan dibe ku tevlî tûndî û pevçûnan bibin.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku êrîşên li ser xwendigehan îxlalkirina Mafên Zarokan û hiqûqa Mafên Mirovan e, bangî aliyan kirin ku bira ji êrîşên ser xwendingehan, binesazîyê û tundiyê dûr bisekinin.
(MB)
*Çavkanî: Haydar Şahin/AA