Fotograf: Ajansa Nûçeyan a Hawarê
UNICEF, Rêxistina Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de gotiye ku li Kampa Holê, zarok di navbera 6 û 10ê Tebaxê de, mirine. Li gorî daxuyaniya UNICEFê temenê wan kêmtirî 5 salan bûye.
UNICEFê diyar kiriye ku 4 ji wan zarokan ji ber kêmbûna xwarinê mirine û 4 ên din ji ber zûhabûnê û kêmbûna rêjeya şekir a di xwînê de, nexweşiyên dil û xwînê mirine.
Rêvebera UNICEFê daye zanîn ku, 40 hezar zarok ji 60 welatên cîhanê li kampa Holê hene û ji xizmetguzariyên sereke bêpar in.
Li gorî raporta dawî ya Rêxistina Cîhanî ya Parastina Zarokan û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, niha 65 hezar kes nîştecihên Kampa Holê ne. Lê kamp ji bo 43 hezar kesan hatibû avakirin.
Di raportê de hatiye gotin, ji wê hejmarê jî nêzîkî 20 hezar zarokên temen kêmtir ji 6 salî hene, ku dike %25 ji nîştecihên kampê. Herwiha bêhtir ji 10 hezar kesên biyanî, ku xelkên neteweyên cuda ne û ji welatên cuda yên cîhanê pêwendî ligel DAIŞê kiribûn, niha li nav kamê dijîn, ji wan jî, 7 hezar zarokên biyanî hene.
Rêjeya %65 ji wan zarokan, temenê wan li jêr 12 saliyê ye.
Li gorî amar û datayên fermî yên rêveberiya kampê û Rêveberiya Xweser, herwiha rêxistinên navdewletî, rêjeya giştî ya tevaya zarokên temen kêmtir ji 18 salî, dike %70 ji rêjeya niştecihên Kampa Holê ku pêwîstiya wan zarokan bi perwerde, parastin û piştgiriya derûnî heye.
Zanyariyên ku ji aliyê Rêveberiya Kampa Holê û Rêveberiya Xweser ve têne ragihandin, diyar dikin ku hiştina wan zarokan li Rojavayê Kurdistanê kêşeyeke mirovî û ewlehî ye.
Herwiha peydakirina pêdiviyên tendirustî, bijîşkî, perwerdeyî, av, xwarin û xorakê jî, ji bo wê hejmara gelek ji nişteciyên kampê, di nav de jî zarok, karekî gelekî zehmet e.
Ji ber vê sedemê, beşa mezin ji zarokên li nav Kampa Holê, tûşî nexweşî û kêşeya bedxwarinê û nebûna dermanan bûne.
Di heman demê de, nebûna sîstema guncav a perwerdeyê ji bo wan zarokan, karekî zehmet e, êdî encamên vê rewşê bi xirabî vedigerin, nemaze hinek ji wan zarokan li ser nerîn, hizr û prensîpên radîkal û tundrew hatibûne perwerdekirin. (FD)
* Çavkanî: Rûdaw