Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNICEFê raporek amade kir û eşkere kir ku li Iraqê 5 milyon zarok hewceyî alîkarîyê ne ku divê demildest bigihe wan.
Li gor rapora UNICEfê di sala 2017ê de li Iraqê 152 zarok hatine kuştin, di sê salên dawiyê de 1075 zarok hatine kuştin.
BIXWÎNE: UNICEF: Di sala 2016ê de li Sûriyeyê ya kêm 652 zarok mirine
Di sê salên dawiyê de 1130 zarok bûne kêmendam.
Li gor raporê 4 hezar û 650 zarok ji mala wan hatine veqetandin. Di heman pêvajoyê de ya kêm endamekê/a malbata 800 zarokan hatine kuştin.
Li Iraqê êrîş li 138 dibistan û 58 nexweşxaneya hatiye kirin. 1,2 milyon zarok nikarin biçin dibistanan.
BIXWÎNE: UNICEF: Heta 2030ê çêdibe 69 milyon zarokên ji 5 saliyê biçûktir bimirin
Nûnerê Iraqê yê UNICEFê Peter Hawkinsî got:
“Li hemî derên Iraqê zarok bûne şahidên tirsek û tûndkariyeka ku em nikarin terîf bikin.”(YY/MB)
Çavkanî: AA, BBC