Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
UNICEFê bi sedema Roja înternetê ya bi Ewle daxûyaniyekê belav kiriye û tê de gotiye, ji sedî 70 ciwanên cîhanê di înternetê de rastî tundkarî, zordariya teknîkî û tacîzên dijîtal tên. Herweha ji bo rê li ber êrişên dijîtal bê girtin, banga hevkariye kiriye û weha pêda çûye:
“Di 30em salvegera sazkirina Girêbesta Derbarê Mafên Zarokan û Weba Cîhanê de dem hatiye ku careke din li ser mafên dijîtal ên zarokan bê rawestandin.” Di daxûyaniyê de hatiye aşkere kirin, ku ciwanên temenê wan di navbera 15-24 salî de ye û di înternetê de ne, ji sedî 70,6ê wan ji ber tundkarî, zordariya ferazî ango cyber û tacîzên dijîtal di bin xetereyê de ne.
Bangewaziya derbarê Roja Interneta bi Ewletir de piştî wê rapirsiyê hatiye ku UNICEFê demeke beriya niha di nava ciwananan de çêkiriye. Di nav pênc hefteyan de ji zêdetirî 160 welatan, 1 mîlyon bersiv ji rapirsiyê re hatiye şandin. Li gelek deverên cîhanê li dijî tundkariyên dijîtal, bi pêşengtiya xwendekaran kampanyeya #NAjitundkariyêre (#ENDviolence) hatiye destpêkirin. Ciwan di sihbetên xwede dibêjin; ji bo ku bikaribin xwe bi parêzin, pêşniyarên xwe pêşkêşî xizm, dersdêr û siyasetmedaran kirine. Di nava pêşniyaran de ya zêdetir derketiye pêş ev e; divê niyeta baş bihêztirîn amûre li dijî tûndkarî û zordariya dijîtalî. (AÖ/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye