Berdevkê Fona Alîkariya bi Zarokan a Neteweyê Yekgirtî (UNICEF) James Elderî diyar kir ku li başûrê Xezeyê niha xirabtirîn bombebaran tê kirin.
Elder li Xezeyê dixebite ku êrîşên Îsraîlê ev demeke li wir gûr bûne û bûne sedema karesateke mezin. Elderî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê rewşa dawî de peyamek weşand.
Berdevkê UNICEFê got ku ji bo zarokan û ûcdanê hevpar rizgar bikin, wan cara dawiyê hişyariyek daye.
Elderî di peyameke xwe de destnîşan kir ku li bajarê Xan Yûnisê êrîş gûr bûne: “Zehmet e ku ez tiştên li vir bandorê li zarokan dişin penase bikim.” (AS/FD)