Fotograf: UNICEF
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Herve De Lys, Nûnerê Afganistanê yê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kiriye ku di nav alozî û krîza li Afganistanê de berdêla herî giran zarok didin û destnîşan kiriye ku bi tenê îsal 550 zarok di pevçûnan de mirine, ji hezar û 400î zêdetir zarok jî brîndar bûne.
De Lys, li Kabîl, paytexta Afganistanê bi rêya video konferansê tevlî civîna çapemeniyê bûye û gotiye, li Afganistanê nêzîkî 10 mîlyon zarok hewcedarê alîkariyê ne û piraniya zarokan bi têra xwe xwedî nabin.
Lysî destnîşan kiriye ku bi tenê îsal 550 zarok di pevçûnan de mirine, ji hezar û 400î zêdetir zarok jî brîndar bûne.
De Lys diyar kiriye ku wan agahî stendine ku zarok ji aliyê komên çekdar ve tên bikaranîn û li Afganistanê ji bo tevahî nexweşiyan zarok nayên derzîkirin.
(KO/AY)