Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Yek ji dîrektorên UNICEFê, Anthony Lakeyî eşkere kiriye ku li Somalî, Nîjerya, Sûdana Başûr û Yemenê ji ber destpêkirina xelayê metirsiya mirina 1,4 milyon zarokan heye.
“Ji bo zêdetirî milyonek zarokan wext hindik maye. Hê jî em dikarin gelek zarokan xelas bikin.
Nîjerya
Li Bakurê Rojavayê Nîjeryayê şerek dewam dike. Ji ber şerê li eyaletên Adamawa, Borno û Yobi çêdibe ku hejmara zarokên ji birçan mirîn bibe 450 hezar.
Somalî
Hêma-hema nîvê welatiyan hewceyî alîkariya mirovî ne. 6,2 milyon mirov têra xwe xwer û verxwerê nabînin.
Sûdana Başûr
Ji 270 hezaran zêdetir zarok ji ber kêmiya xwarinê di metirsîya mirinê de ne.
Yemen
Ji ber şerê di 2014ê de dest pê kirî li welatî hejmara mirina zarokan ji sdî 200 zêde bûye. (YY/MB)