* Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyanî daye û eşkere kiriye, ji ber vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) aşiya sorikan ya zarokan li hin welatan hatiye taloqkirin, lê ev dibe ku bandorê li 117 milyon zarokan bike.
Di daxuyaniya UNICEFê de hatiye destnîşankirin, ji ber şewba vîrusa koronayê kampanyayên aşiyê ya sorikan hatine taloqkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku taloqkirina aşiyê dibe ku bandorê li ser 117 milyon zarokan çêbike, divê aşiyên girîng bên kirin û bidomînin.
Hejmara nexweşên sorikê zêde bûne
Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê 50 sal e aşiyên bi tesîr hene, lê dîsa jî di salên dawîn da gelek kes bi sorikan dikevin.
Her weha di 2018an de divû rê li ber bihata girtin , lê jê gelek zarok û dergûş 140 hezarî zêdetir kes mirin.(TP/AY/FD)
Çavkanî: AA