Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
UNICEFê eşkere kir ku sala herî zêde mafên zarokan hatî binpêkirin sala 2016ê ye.
Dibe sala şeşê ku li Sûriyeyê şer dom dike. Di sala 2016ê de binpêkirinên mafên mirovan gelek zêde bûye. Hejmara mirî û birîndarbûyîyan gelek zêde bûye...
Li gor daneyên UNICEFê...
*Di sala 2016ê de li gor 2015ê ji sedî 20 zêdetir zarok hatine kuştin. Hejmara zarokên mirîn ya kêm 652 ye.
*255 zarok dema li dibistanê bûn an jî li dora dibistanê bûn hatine kuştin.
*Ya kêm 338 êrîş li nexweşxaneyan û karmendên TIBê hatine kirin.
*2,3 milyon zarok li welatên wek Tirkiye, Libnan, Misir û Iraqê bûne penaber. (YY/MB)