Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wêne:© UNICEF/UN025013/Chikondi
UNICEFê hişyarîyek belav kir. Li gor wê di sala 2015ê de 250 hezar kes ketine nexweşiya AIDSê û heke pêşî lê neyê girtin heta 2030ê hejmara kesên di salekê de dikevin nexweşiya AIDSê dê bibe 400 hezar.
Li gor raporê:
“Li dinyayê 2 milyon kesên 10-19 salî nexweşên AIDSê ne.
“Di her du deqîqeyan de kesek dê rasta vîrûsa HIVê bê.
“Vîrûsa HIVê herî zêde li Başûrê Sehrayê yê Efrîqayê ye. Ji her çar kesên dikevin nexweşiya AIDSê sê keç in.
“Di sala 2015ê de 1.1 milyon zarok û ciwan ketine AIDSê. “(YY/MB)