Ji bo nûçeya Tirkî
Komîteya li Dîjî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCAT) di Rapora 4. Lêkolîna Periyodîk de bal kişand ser cezanedayînê û destnîşan kir ku divê derbarê îxlalên mafî û kuştinên sivîlan ku piştî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê rû dane lêkolîn werekirin û kesên berpirsê van bûyeran in werin dadkirin.
Banga Komîserê Mafê Mirovan ê NYê ku ji bo lêkolînkirinê destûrê xwestibû jî, hat qebûlkirin.
Di daxuyaniya ku 13ê Gulanê de li ser rûpela fermî ya înternetê de hat dayîn de, hat destnîşankirin ku Wezareta Karên Derve ji bo lêkolînkirinê bi nameyek wan diyariyê Tirkiyeyê kiriye. Komîsertiyê ragihand ku ew dê demek nêz de ji bo vê yekê heyetek amade bikin.
Kuştina Hrant Dink û Tahir Elçî
Komîteyê di wê raporê de ragihand ku ji ber tacizkirin û zexta li dijî bijîşk, rojnameger û aktîvîstên mafê mirovan tê kirin de ew bi fikar in û diyar kir ku bersivên hukimetê ku derbarê wan mijaran de dide wan, gelek kêm û nekêr in.
Komîteyê derbarê wan lêpîrsînan kuştina Berpirsê Weşanê ya Rojnameya Agosê Hrant Dink, kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û êrişa li dijî rojnameya Hurriyetê hat kirin jî weke mînak nîşan dan.
Cezanedayîn
Komîteyê ragihand ku her çîqas derbarê îşkenceyê de qanûn hatibe çêkirin jî tu lêpirsîneke têr tîjî derbarê wê mijarê de nehatiye kirin. Ev yek di biryarên DMMYê (Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê) de jî cih girtiye.
Herwiha di rapora Komîteyê de hat ragihandin ku di belgeyên fermî û raporên saziyên sivîl de muameleyên nebaş û bikaranîna hêza zêdeyî cih girtiye û ew ji ber vê bi fikar in.
Lêpirsîneke bêalî
Komîteyê daxwaz kir ku derbarê sûcdarên îşkence û tundiyê de lêpirsîneke têr û tijî were kirin û ew bênê dadkirin.
UNCATê diyar kir ku sûcdarên wan bûyeran ji ber dibe ku carek din heman sûcê bikin, misîlemekirin û ji bo lêpirsînê bibin asteng, daxwaz kir ku ji wezîfeyê werin dûrxistin.
Desthilatdariya bêalî
Komîteyê dîyar kiriye gilîya îşkencekirina polîsan li nik polîsan tê kirin û xwest desthilatdarîyeka li derveyî hêza polîsan hebe da ew lêkolînan li ser îşkenceyê bike.
Bidawîhatina pêvajoya çareseriyê
Komîteyê dîyar kiriye bi taybetî li cihên wek navçeya Cizîrê û Silopyayê piştî pêvajoya aştiyê bidawî hat li şerê li dijî PKKyê, hêzên ewlehiyê bi sivîlan re bi awayek tûndbar tevgeriyane.
Komîteyê eşkere kiriye ku li ser rewşa ew kesên bi tometa endambûna DAIŞê hatine girtin, komîte bifikar e.
Gilîyên li ser tevgerên tûndbar ên li Cizîrê hatine hatine kirin
Komîteyê eşkere kir ku îşkencekirin qedexe ye. Digel vê yekê jî li Cizîrê 52 kesan gilî kiriye ku îşkence li wan hatiye kirin. Ev hejmar hejmara gilîyên ji Kanûne Pêşiyê(2015) heta Adarê(2016) ye.
Komîteyê dîyar kiriye dive lêkolîneka dadî bi awayekê serbixwe, kêrhatî û bêalî bê kirin.
Komîteyê dîyar kiriye divê rayedar jî bikevin ber perê lêkolîna dadî ya li ser îşkenceyê. Dema sûcdar hatin dîtin bila li gor meznahîya sûcê wan ji bo wan ceza bê dayin.
Mafê rûbirûmanê
Divê tezmînat ji bo mexdûran bê dayin mafê wan heye bi arîşeyên xwe re rûbirû bimînin û wan çareser bikin.
Divê ew kesên sûcdar bêne cezakirin ku rê li ber sûcan bê girtin. Gelek sivîl bi gulleyên nîşangiran têne kuştin, dive lêkolîneka berfireh li ser wan bê kirin. Komîteyê dîyar kiriye qedexeya derketina derve jiyana kesane asteng dike divê tedbîr bên standin. Li raporê hatiye dîyarkirin ku li xwenîşandanên girseyî tûndiyeka zêde tê bi kar anîn.
(AS/MB/YO)