128emîn Lijneya Giştî a Asayî ya Baroya Stenbolê hilbijartina xwe pêk anî. Namzetê Yekîtiya Hêza Komarî û serokê berê yê baroyê Umît Kocasakal di hilbijartinê de 10 hezar û 227 deng bi dest xist û bû serokê nû yê baroyê. Serokê heyî Îbrahîm Kaboglu jî 7 hezar û 22 deng bi dest xist.
Li gorî nûçeya ANKAyê, 128emîn Lijneya Giştî a Asayî ya Baroya Stenbolê hilbijartina xwe li Navenda Kongreyê ya Haliçê pêk anî. Nêzîkî 70 hezar parêzer li baroyê tomarkirî ye.
Di hilbijartinê de 9 namzetan pêşbazî kirin: Prof. Dr. Umît Kocasakal ku serokê berê yê Baroya Stenbolê ye, serokê heyî Prof. Dr. İbrahim Kaboglu, Hasan Kiliç, Prof. Dr. Korkut Kanadoglu, Arife Gokkaya Dinç, Atakan Adem Selanik, Salih Uçar, Metin Uraçin û Gulbeyaz Karadeniz.
Hilbijartina ku di bin çavdêriya Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de hate kirin û 172 sindoq hatin danîn. 68 hezar û 469 parêzer di baroyê de tomarkirî ne û ji wan 30 hezar û 36 kesan deng bikar anîn.
Kocasakal 10 hezar û 227 deng bi dest xist
Li gorî encamên nefermî, namzetê Yekîtiya Hêza Komarî Umît Kocasakal 10 hezar û 227 deng (bi rêjeya ji sedî 34,05) bi dest xist û bû serokê nû yê Baroya Stenbolê. Namzetê Koma Parêzerên ji bo Guhertinê û reqîbê herî nêz ê Kocasakal, İbrahim Kaboglu jî 7 hezar û 22 deng bi dest xist. Qonaxa serokatiyê ya Kabogluyê ku ji sedî 23,38 deng wergirt bi dawî bû.
Dengên ku namzetên din bidest xistine wiha ne:
Atakan Adem Selanik: 3 hezar û 809 deng (ji sedî 12,68)
Hasan Kiliç: 3 hezar û 557 deng (ji sedî 11,84)
Korkut Kanadoglu: 2 hezar û 543 deng (ji sedî 8,47)
Arife Gokkaya Dinç: Hezar û 477 deng (ji sedî 4,92)
Salih Uçar: 713 deng (ji sedî 2,37)
Gulbeyaz Karadeniz: 515 deng (ji sedî 1,71)
Metin Uraçin: 173 deng (ji sedî 0,58)
(EMK/AY)
