Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku Ukraynayê derdora saet 09.00an de bi balafireke bêmirov hewl daye li ser axa Rûsyayê "Êrîşa terorîstî" pêk bîne û her weha IHAyek li herêma Belgorodê hat xistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê saet derdora 10.00an de li ser herêmên Kursk û Bryansk 2 IHA asteng kirine, saet di 10.30an de jî li herêma Kurskê IHAyekî Ukraynayê hatiye xistin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihandibû ku li herêmên Behra Reş, Kirim, Kursk û Bryanskê bi şev û danê sibê êrîşên hewayî yên Ûkraynayê hatin astengkirin.
(VC/AY)