Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şêwirmendê rêveberiya leşkerî yê herêmî yê Ukraynayê Serhiy Bratchuk aşkere kiriye ku hêzên Rûsyayê îro (26ê Tîrmehê) bi mûşekan li herêma Odessa ya li başûrê Ukraynayê ye daye. Bratchuk wiha gotiye: "Li dijî Odessa bi balafirên stratejîk êrîşeke bi mûşekan hatiye kirin."
Şaredarê bajarê Mykolaiv ê li başûrê rojhilatê Ukraynayê Oleksandr Senkevich jî ragihandiye ku Rûsyayê li bendera bajêr xistiye.
Senkevîç ji Televîzyona Dewletê ya Ukraynayê re axiviye û gotiye: "Êrîşeke mûşekî ya mezin ji aliyê deryaya Reş ber bi başûrê Ukraynayê ve hatiye kirin û her weha êrîş bi hevkariya balefirên şer pêk hatiye.
NY: Dibe ku keştî di nava çend rojan de birêkeve
Êrîşa mûşekî ya Rûsyayê ya li ser Odessayê bûye sedema gotûbêjkirina çarenivîsa peymana korîdora genim a îmzekirî.
Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq duh di civîna çapemeniyê ya li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de axivîye û gotiye, "Em dixwazin piştrast bin ku hemû şert û merc ji bo keştiyan guncav bin. Em di wê baweriyê de ne ku êrîşa li ser bendera Odessayê kêrî tiştekî nayê.”
Haq her wiha destnîşan kiriye ku ew li bendê ne ku keştiyên genim lê barkirî ji Ukraynayê "di nav çend rojan de" derkevin.”
Biryara Gazpromê ku şîrketa enerjiyê ya dewleta Rûsyayê ku ji sibe (27ê Tîrmehê) gaza xwezayî ya ku bi rêya Nord Stream 1ê li ser Almanyayê dişîne Ewropayê ji sedî 40 daxistiye ji sedî 20an ji aliyê Ukrayna û Yekîtiya Ewropayê (YE) rastî bertekan hatiye.(SD/AY)