Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Ûkraynayê aşkere kiriye ku ji 24ê Sibatê û vir ve di encama êrîşên artêşa Rûsyayê de 167 zarok mirine, 279 zarok birîndar bûne.
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di encama bombebaranên artêşa rûsî de zirar gihîştiye 927 dibistanan û 83 ji wan bi temamî rûxiyane.
- Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekgirtî (KBKNY) roja 4ê Nîsanê daxuyaniyek dabû û gotibû, di navbera 24ê Sibatê-3yê Nîsanê de ji Ûkraynayê 4 milyon û 215 hezar û 47 penaber çûne welatên cîran ku piraniya wan jî çûne Polonyayê.
Di rojekê de zêdetirî 3 hezar û 800 kes çûne
Alîkara Serokwezîrê Ûkraynayê Îrîna Vereşçûkê gotiye ku li herêmên şer û pevçûn lê diqewimin, di rojekê de zêdetirî 3 hezar û 800 kes hatine derxistin.
Vereşçûkê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek weşandiye û behsa pêvajoya derxistina sivîlan a ji herêmên şer lê heye.
Vereşçûkê diyar kiriye ku hîna jî sivîlan derdixin û bi van gotinan axavtina xwe dewam kiriye: “Îro (5ê Nîsanê) 3 hezar û 846 kes hatin derxistin. Di nava rojê de 2 hezar û 216 kes bi wesayitên şexsî û bi rêya korîdorîn alîkariya mirovî gihîştin Zaporîjyeyê. Hezar û 496 ji wan hatine bajarê Marîûpolê. 720 kes jî ji bajarên Polohî, Vasîlîvka, Berdyansk û Melîtopolê gihîştin Zaporîjyeyê.”
Vereşçûkê, behsa liv û tevgera artêşa rûsî ya li Ûkraynayê jî kiriye: “Li gorî zanyariyên destpêkê, li Ûkraynayê kêmanî 26 hezar metrekare qadên jiyanê, 533 saziyên perwerdeyê, 196 saziyên tenduristiyê, 300 bexçeyên zarokan, 8 balafirxane, 10 balafirxaneyên leşkerî, 129 kargeh, zêdetirî 22 hezar kîlometre rê û 226 pire tevî dirbejor an zirar dîtine an jî bi temamî hatine rûxandin."
Di vê navberê de li bajarê Xarkîvê yê şer û pevçûnên di navbera artêşa ûkraynî û rûsî de lê dewam dikin, bexçeyekî ajalan jî tê valakirin. Ajalên li vir dibin cihekî ewletir. (AS/FD)