Fotograf: MA
Ûgûr Kaymazê ku di sala 2004an de dema 12 salî bû, li Qoserê, navçeya Mêrdînê bi 13 guleyan hatibû kuştin, tevî bavê xwe Ahmet Kaymazê bi 8 guleyan hatibû kuştin li Qoserê hate bibîranîn.
Merasîma bîranînê li Goristana Taxa Ataturkê ya Qoserê pêk hat. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, endam û rêveberên Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navçe û bajarên Mêrdînê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û malbata Kaymazî tev li bîranînê bûn.
Di 21ê Çiriya Paşiyê ya 2004an de polîsan li Qoserê gule bera Ahmet Kaymaz û kurê wî Ûgûr Kaymazî dabûn. Di encamê de 13 gule li laşê Kaymazî 12 salî û 8 gule jî li Ahmet Kaymazî ketibûn. Herdu jî li cihê bûyerê can dabûn.
Di bîr anînê de destpêkê Hevserokê HDPya Mêrdînê Alî Yîgît, axiviye û diyar kiriye ku “Êrişên li dijî gelê kurd ne çare ye. Bi kûştin û girtinê kes xilas nebûye. Kurd jî xilas nabin. Bi vê boneyê em careke din di şexsê Ehmet û Ûgûr de tevahî cangoriyan bi bîr tînin.”
Birayê Ûgûr Kaymazî, Elî Kaymazî jî têkildarî qetilkirina bav û birayê xwe axivî û got: “Wê demê ez 6 salî bûm, lê her tişt tê bîra min. Mal û taxa me hatin dorpêçkirin. Armanca wan a sereke komkujiya malbatê bû, ji ber ku dema me dengê çekan bihîst, em çûn ber derî û gule li me reşandin, em ketin hundir û ji hewşê derbasî mala cîranê xwe bûn. Ger em neçûbûna, belkî em niha sax nedibûn.”
"Keleşnîkov danîn ber milê bav û birayê min"
Kaymazî diyar kir ku ew ê dest ji doza xwe bernedin: “Bavê min di 31 saliya xwe de bi 8 guleyan, birayê min Oxir jî di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan li ber deriyê mala me bi înfaza bêdaraz bêhiqûqî hatin qetilkirin. Keleşnîkov danîn ber milê bav û birayê min, ji bo ku wek pevçûnekê xuya bikin, lê tiştekî wisa tune bû. Di rapora Saziya Tiba Edlî de ev yek bi zelalî tê gotin ku hêza zarokê 12 salî têra wî nake ku keleşnîkovê hilgire. Me her tim aştî xwest û me xwest êdî zarokên me neyên kuştin. Em ê hê jî di daxwaza xwe de israr bikin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê dest ji doza xwe bernadin."
Çi bûbû?
Di 21ê Çiriya Paşiyê de, Ûgûr Kaymazê 12 salî û bavê wî hatin kuştin. Hat îdiakirin ku ew “terorîst” bûn. Ûgûr Kaymaz û bavê xwe li mala wan a li Qoserê hatin kuştin. Kaymaz bi 13 gulleyan û bavê wî bi 8 gulleyan hat kuştin. (FD)