Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz hatine bibîranîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçe û bajar ên Mêrdînê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên (MEBYA-DER) tevlî bîranînê bûn. Bîranîn li Goristana Kolana Ataturkê çêbûye.
Di bîranînê de Hevserokê HDPa Mêrdînê Salîh Kûday axiviye û diyar kiriye ku bi derxistina holê ya faîlan û cezakirina wan dikare pêşî li cînayetên zarokan bê girtin. Kûday bi lêv kiriye ku li erdnîgariya Kurdan zarok bi wesayîtên zirxî tên kuştin û wiha gotiye:
"Her tişt ji zarokên kurdan re rewa tê dîtin. Zarok dibe, ciwan dibe, kal û pîr dibe, kî dibe bila bibe dema ku Kurd tê kuştin tu dozger û dadgeh li pey vê nakevin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku bila faîlên Ahmet Kaymaz û Ûgûr Kaymaz bên cezakirin."
Çi bûbû?
Di 21ê Çiriya Paşiyê de, Ûgûr Kaymazê 12 salî û bavê wî hatin kuştin. Hat îdiakirin ku ew “terorîst” bûn.
Ûgûr Kaymaz û bavê xwe li mala wan a li Qosarê hatin kuştin. Kaymaz bi 13 gulleyan û bavê wî bi 8 gulleyan hat kuştin. (RT/AY)