Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Feleknas Uca, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, êrîşa li ser êzidiyan a li gundê Kelhoka Qubînê ya Êlihê biriye rojeva Parlamentoyê.
Ucayê pirsyarnameyek pêşkeşî Parlamentoyê kiriye û xwestiye Fûat Oktay, Alîkarê Serokomarî bersiva pirsan bide. Du roj berê li gundê Kelhokê êrîşî Nedîm Erkîş û Cevdet Tukuyî hatibû kirin.
Ucayê wiha gotiye:
“Beşek ji êzidiyên li Êlihê di salên 1992yê de ji ber rewşa siyasî erd û mal û milkên xwe emanetî cîranên xwe kiribûn û çûbûn Almanyayê. Piştî ku vegeriyane gund, dîtine ku gundiyan dest daniye ser erdên wan. Digel ku xwestine bi rêyên aştiyane rewş çareser bibe, encam bi dest nexistine û serî li rêyên hiqûqî dane.
“Piştî 8 salan doz qezenc kirine û careke din bûne xwediyê erdên xwe. Lê gundiyên dest danîne ser erdên êzidiyan li dijî biryarê rabûne û erdên êzidiyan radestî wan nekirine. Nedîm Erkûş û Cevdet Tuku dema xwestine erdê xwe bajon, rastî êrîşan hatine. Ji ber wê neçar mane li otelan bimînin. Erkûş û Tuku li navenda Êlihê rastî êrişa komeke ji 10 kesan hatine.”
“Gelo lêpirsînname hatiye amadekirin?”
Parlamentera HDPyê di pirsyarnameyê de behsa van bûyeran kiriye û ev pirs ji Oktayê kirine:
* Digel ku tapoyên erdan hene jî ji ber kîjan sedemê pêvajoya darizandinê 8 salan berdewam kiriye?
* Dadgehê biryar daye û gotiye erd ên malbatan e lê ji ber êrişan nikarin erdên xwe bajon. Ti xebatek an jî hewldaneke we heye ji bo peşîligirtina êrîş û fişaran?
* Derbarê kesên ku li gel biryara dadgehê jî erd dagir kiriye û êrîşî xwediyên erdan dikin ti lêpirsîn hatiye destpêkirin?" (TP/FD)