Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Turkan Elçiyê ku hevserê wê Tahir Elçî li Amedê hatibû qetilkirin, di 10. salvegera qetilkirina Berpirsê Weşana Giştî ya Agosê Hrant Dink de peyamek belav kir.
Turkan Elçî peyama xwe li ser twitterê bi wêneyê ew û Rakel Dink ligel hev in ve parve kir û wiha got:
“Dê tenê edalet me ji vê tariyê xelas bike. #Hrant Dink”
Bizi bu karanlıktan kurtaracak tek güç adalettir.#HrantDink pic.twitter.com/3ESFdxPgam
— Türkan ELÇİ (@turkan_elci) 18 Ocak 2017
Ev wêne li Stenbolê di merasîma bîranîna yekemîn salvegera qetilkirina Tahir Elçî ku Baroya Amedê û Weqfa Hrant Dink lidar xistibû de, hatibû kişandin.
Berpirsê Weşana Giştî ya Agosê Hrant Dink 10 sal ewil îro li ber avahiya rojnameyê di encama êrişa çekdarî de hatibû qetilkirin.
Rûniştinên doza derbarê qetilkirina wî de hatiye vekirin dewam dike û gelek kesên ku zêdeyî wan wezîfedarê dewletê ne tên dadkirin.
(AS/YO)