Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikine
Tûrhan Gunay û Weşanên Ewrenselê wê Xelata Voltairê bistînin ku ji hêla Yekîtiya Weşangerên Navdewletî (IPA) ve tê dayin.
Yekîtiyê aşkere kir ku ew ê xelatê bidin rojnameger û weşanger Tûrhan Gunay ê piştî 268 rojan girtî ma û paşê serbest hat berdan û Weşanên Evrenselê ya ku di nava 30 weşanên di encama KHKyê de hatibûn girtin de bû.
IPA vê xelatê dide wan weşangeran ku bi helwestên xwe yên wêrek ên di qada azadiya weşangeriyê de kar dikin.
Îsal her wiha Azadeh Pasapour e-weşanger a Îranî ku li Londonê dijî û pirtûkên nivîskarên qedexekirî çap dike, Moe Way nivîskar, helbestvan û weşanger ê Bûrmayî, Kim Jeong-ae romanûs, rojnameger û weşangerê ji Koreya Bakûr û Gui Minhai weşangerê Swedî jî ji bo xelatê weke namzet hatibûn nîşandan.
Cara pêşîn e ku didin 2 kesan
Komîteya Azadiya Weşangeriyê ya IPAyê ku namzetan û kesên xelatan distînin diyar dikin, destnîşan kirin ku di dîroka 11 salan a vê xelatê de cara pêşîn e ku didin du kesan. Hat diyarkirin ku ev biryar li hemberî çewisandina hemû dengên rexnegir ji hêla hikûmeta Tirkiyeyê ve yên di hemû ciyên jiyana çandî, akademî û medyayê de weke berteka IPAyê derketiye holê.
Xelat di 29ê Îlona 2017yê de li Pêşangeha Pirtûkan a Goteborgê wê bê dayin. (YY/FD)
Turhan Gunay |
Zêdetirî 30 salin li rojnameya Cumhuriyetê kar dike. Berpirsê weşanê yê Paşkoya Pirtûkê ya Cumhuriyetê û rêveberiya Pirtûkên Cûmhûriyetê ye. Tevlî 10 hevalên xwe bi sûcê “ne endamê rêxistina terorê ye lê alîkariya rêxistina terorê kiriye” di 5ê Çiriya Paşiyê de hat girtin. Di daneşîna ku di navbera 24 û 27ê Tîrmehê de di encama biryara demkî de di 28ê Tîrmehê de serbest ma, sûcdariyên derbarê wî de didomin. |
Weşanên Evrenselê |
Di sala 1988ê de hat avakirin. Bi sedam berhemên ku bi Tirkî, Kurdî, Ermenkî, Suryanî û Erebî weşandiye weke weşanxaneyeke pirzimanî tevkariya dewlemendiya çandî û edebî kiriye. Di 29ê Cotmeha 2016yê de di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) ya hejmar 675a de xebatên wê bi awayekî fiîli hat sekinandin û ji bo ku bê girtin zor dane wê. Weke 30emîn weşana ku di encama KHKyê de hat girtin di dîroka Tirkiyeyê de cî girt. |