Fotograf: AA
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Îro tûra 5emîn a hevdîtinên Sûriyê li bajarê Cenêvê yê Swêdê destpê dikin.
Li gorî Sputnik Newsê, Lavrov duh piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karê Derve yê Kongoyê Leonard She Okitundu re civîna çapemeniyê lidar xist û got, “Gelekî girîng e ku çareseriyekê ji bo mijara çawaniya beşdarkirina kurdan a hevdîtinên Cenêvê bê dîtin”.
Lavrov wiha berdewam kir: “Lê dîtina vî tiştî ne hêsan e. Hûn helwesta Tirkiyê dizanin. Em bi hevalbendên xwe yên tirk re, hevdîtinên me yên li Astanayê jî tê de, em ê berdewam bikin ku çareseriyekê ji vê mijarê re bibinin.
“Ne mumkin e ku vê meseleyê nekin dert, weke ku gotina dibêje kurd nikarin beşdarî pêvajoya Cenêvê bibin ne mumkin be.”
Lavrov herwiha got ku yek ji wezîfeyên herî girîng ên Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NYyê Staffan de Mistura jî beşdarkirina kurdan di hevdîtinên Cenêvê de ye.
Lavrov diyar kir, çavlirêye ji Cenêvê encameke wisa derkeve ku wê alî bikaribin rasterast dilayogê bihev re dînin.
YPG, DYA û Rûsya
Hevpeymana di bin serokatiya DYAyê de li Sûriyê, leşkerên DYAyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên ji bêhtir ji kurdan pêk tê bi balafirê biribûn bajarokê Tebqayê yê nêzîkî Reqqayê ye.
Rûsyayê jî ragihandibû ku wê li Efrînê ya di bin kontrola YPGê de ye navenda şopandina agirbestê vekin. YPGê beriya daxuyaniya Rûsyayê ragihandibû ku bi Rûsyayê re lihevkirin e û wê Rûsya perwerdeya leşkeri bide şervanên YPGê.
Piştî vê daxuyaniyê di medyaya civakî de hin dîmen hatibûn weşandin ku tê de leşkerên Rûsyayê li Efrînê xuya dikirin. Duh jî hin dîmen hatin weşandin ku fermandarê yekîneyan ku Rûsyayê li Efrînê bi cih kiriye Andery Volkov beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibû.
Şandeya muxalif rasterast hevdîtinê dixwaze
Ajansa Anaduloyê jî di nûçeya xwe de ragihand ku yek ji berdevkên şandeya muxalefetê ya di bin serokatiya Nasir Harîrî ku wê beşdarî Cenêvê bibin, Salim el-Muslat diyar kir ku bêyî wext bê windakirin ew dixwazin dest bi gotûbêjên derbasbûnê yên siyasî yên rasterast bikin.
(YY/FD)
Çavkanî: Sputnik News, AA, BBC Tirkî, Dengê Amerîka