Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî rapora nû ya Fona Serjimarê ya Neteweyên Yekgirtî (UNFPA), her ji du jin û zarokên keç ên penaberên li Tirkiyeyê dijîn, ji ber “gelekî biha ne” nikarin kelûpelên paqij ên hîjyenîk bidest bixin.
Li gorî raporê, jinên ku nikarin kelûpelên hîjyenîk bidest bixin, neçar dimînin ku van kelûpelên li xwarê bikar bînin:
- Peçete/paçik/destmal
- Paçikê zarokan
- Pembo
- Perçeyên qumaşên kevn
- Bi tenê cilên jêr
Her ji 5 jinan 1 jê, ji ber ne hîjyenîk in, van kelûpelan dişon û careke din ji bo reglê bikar tînin.
Her roj zêdetirî 800 milyon jin regl dibin
Li gorî daneyên UNFPA Tirkiyeyê, li cîhanê her roj zêdetirî 800 milyon jinên temenê wan di navbera 15 û 49an de ye, regil dibin. Jinek di tevahiya temenê xwe de bi qasî 7 salan regl dibe. Digel ku bidestxistina kelûpelên hîjyenê yên menstrûal mafekî bingehîn ê mirovan e, li seranserê cîhanê, bi milyonan jin û zarokên keç, di dema reglbûnê de nikarin wan bidest bixin û bi taybet jî komên şikestinbar, di tevahiya temenên xwe de têkoşînê li dijî xizaniya reglê didin.
Li Tirkiyeyê 3.6 milyon jê sûriyeyiyên di statuya parastina demkî de ne, li ser hev nêzîkî 4 milyon penaber û penaxwaz dijîn. Bi vê hejmarê Tirkiye li tevahiya cîhanê, ew welat e ku herî zêde penaber lê dijîn. Her ji çar penaberan yek jê, jin an jî zaroka keç a di dema ducanîbûnê de ye.
Ji bo asta xizaniya reglê, zanyarî, rewş û pêkanîna birêvebirina menstruel hîjyenê ya penaberên zarok ên keç û jin û rewşa nû ya sedemên vî tişî bê famkirin, lêkolînek hatiye kirin. Li gorî lêkolîna bi navê “Di nava Penaberên Jin û Zarokên Keç ên li Tirikyeyê de Birêvebirina Menstruel Hîjyenê” dema reglê di 12-13 salî de destpê dike.
Lê ji nîvê zarokên keç ên komên şikestinbar, bêyî ku zanîneke wan hebe, dest bi vê pêvajoyê dikin.
Zarokeke keç a sûriyeyî ya temenê wê di navbera 15-18 de ye, di lêkolînê de gotiy eku “Hatina xwînê çi ye, adet çi ye, min ti tiştek nedizanûbû. Dema ez hatim ez diçûm pola 5ê. Min ji dêya xwe re got, Dayê ez dimirim. Dêya min got, ‘a ji te re vî paçî bide ber xwe’. Lê negot bê ka ez ê çawa bidim ber xwe.”
Zarokeke keç a ıraqî ya di heman temenî de gotiye, “Ez 12 salî bûm. Ti kesî tiştek ji min re negotibû. Ez tirsiyam. Demeke dirêj min ji ti kesî re negot.”
(AÖ/FD)