Tûndkariya mêran li Îranê: Faîlê ku Zîba Sayyad kuşt revî ye
![Tûndkariya mêran li Îranê: Faîlê ku Zîba Sayyad kuşt revî ye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/25/family-of-iranian-teacher-killed-by-ex-husband-call-for-justice.jpg)
Li bajarê Urmiyeya Îranê Celal Sayyad hevjîna xwe ya berê ya dersdêr Zîba Sayyada 27 salî kuşt û reviya.
Ji bo dîtina faîl xebatên lêgerînê dewam dikin, malbata Zîbayê ku li Tirkiyeyê dijî têkildarî mijarê bi bianetê re axivî.
"Em edaletê dixwazin"
Birayê Zîba Sayyadê Sercan Padişahoglûyê ku li Tirkiyeyê dijî got, "Ji bo ku faîl bê girtin em dixebitin" û banga piştgiriyê li her kesî kir.
“Xwişka min, Zîba, bi salan berê bi vî mêrê ku xizmê me ye re zewicî. Em dizanin ku di tevahî heyama zewaca xwe de rastî tûndkariyê hatiye. Demek dirêj ne telefon û ne jî li me pirsî. Paşê em hîn bûn ku ev sê sal in dest daniye ser telefona wê û nikare xwe bigihîne me û ji me re vebêje. Di dawiyê de pêwendî bi me re danî û rewş ji me re vegot. Got ez dixwaz im cihê bibim. Birayên min yên mezin xwestin wê bînin mala me, lê hevjînê wê destûr neda. Di dawiyê de me rewş ji polîsan re ragihand.”
“Em ligel rayedarên polîsan çûn mala hevjînê wê û me xwişka min girt û anîn mala xwe. Di vê navberê de, me doza cihêbûnê vekir. Di 1ê Adarê de bi awayekî fermî xwişka min û hevjînê wê cihê bûn. Herdu zarokên wan bi bavê wan re ma.”
“Di 10ê Adarê de xwişka min çû dibistana ku tê de dersên wênesaziyê dide. Dema di deriyê dibistanê de derbas dibe hevserê wê yê berê li ber çavên xwendekarên wê bi çekê ew kuşt û reviya.”
Xwendekar û dersdêrên hevalê Zîbayê gul û çelenk li ser gora wê danîn.
(EMK/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN SİBAT 2024
Mêran di Sibatê de 37 jin kuştin
![Mêran di Sibatê de 37 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/03/07/meran-di-sibate-de-37-jin-kustin.jpg)