Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzi bitikîne
Gamze Akkûş Îlgezdî, Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Gel Komarî (CHP), daneyên derbarê tundkariya cinsî a li ser zarokên keç a ku ji Wezareta Navxweyî wergirtiye aşkere kiriye. Li gorî daxuyaniya Îlgezdiyê, di nava heman salan de rêjeya zarokên keç ên ku bûne mexdûrê madeyên hişbir bûye ji sedî 79an. Her weha rêjeya zarokên keç ên ku hatine birîndarkirin, ji sedî 6 bilind bûye.
Li gorî van daneyan, 51 hezar û 748 zarokên keç rastî tundkariya cinsî hatine.
“Zarokên keç ên 11 salî û biçûktir rastî tundkariyê tên”
Hin daneyên ku Wezareta Navxweyî bi Gamze Akkûş Îlgezdiyê re par ve kiriye wiha ne:
* Li gorî daneyan tundkariya mêran zarokên 11 salî û biçûktir dike hedef. Di sala 2014ê de hezar û 304 zarokên keç ji ber tundkariya cinsî serî li hêzên asayişê dane. Ev hejmar di sala 2017ê de ji sedî 96 zêde bûye û gihiştiye 2 hezar û 536ê.
* Temenê ji sedî 24ê zarokên keç ên ku di navbera salên 2014 û 2017ê de ji ber tundkariya cinsî li wan hatiye kirin serî li hêzên asayişê dane di navbera 12 û 14yan de bûye. Di vê navberê de hejmara zarokên keç ên ku rastî tundkariya cinsî hatine gihiştiye 12 hezar û 616ê. Rêjeya tundkariya cinsî ji sedî 24 zêde bûye.
* Di navbera heman salan de 110 hezar û 110 zarokên keç bi sedema birîndarbûnê serî li hêzên asayişê dane. Rêjeya zarokên keç ên ku rastî tundkariya laşî hatine ji sedî 6 zêde bûye. Hejmara tundkariyê di sala 2014ê de 26 hezar û 505 bûye. Ev hejmar di sala 2017ê de gihişiye 28 hezar û 173yê.
* Ji sedî 32yê zarokên keç ên ku tundkariya laşî li wan hatiye kirin 11 salî û biçûktir bûne. Di navbera salên 2014 û 2017ê de rêjeya zarokên keç ên temenê wan 11 û biçûktir be û hatibin birîndarkirin ji sedî 9,4 zêde bûye û hejmara wan gihiştiye 35 hezar 542yê. (AO/FD)