Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û heyeta pê re ji bo beşdarî Foruma MERI bibin çûbûn Hewlêrê. Du roj in Bakirhan li Hewlêrê serdanan dike. Tuncer Bakirhan li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek kir.

Foruma MERIyê ya 2026an: Tuncer Bakirhan û Mazlûm Ebdî li Hewlêrê ne
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her du aliyan bal kişandiye ser girîngiya sûdwergirtina ji vê derfeta dîrokî ya ji bo pêkanîna aştiyê û Bakirhan û Barzanî gotine nabe ku ev derfet ji dest here. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêwîstiya piştgiriya hemû aliyan a ji bo pêvajoyê jî hatiye axaftin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê aniye ziman û amadekariya xwe ji bo her alîkariya pêwîst a ji bo serxistina pêvajoyê nîşan daye.
Nêçîrvan Barzanî her wiha bal kişandiye ser girîngiya aştiyê ya ji bo ewlehî û aramiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û tevahiya herêmê.
Tuncer Bakirhan jî spasiya xwe û partiya xwe ya ji bo helwest û hewlên berdewam ên Serokê Herêma Kurdistanê aniye zimên ku piştgiriyê dide pêvajoyê.
Hewler'de düzenlenen MERI Forumu'nun ilk gününe katıldık. Forumda bölgenin geleceğine dair çok verimli tartışmalar yürütüldü. Forum vesilesiyle Kürdistan Bölgesi Başkanı Sayın Neçîrvan Barzanî, KYB Genel Başkanı Sayın Bafil Talabanî, Sayın Îlham Ahmed, Sayın Qubad Talabanî ve Sayın Mazlum Abdi ile bir araya geldik. Ev sahipliği için MERI'ye ve Kürdistan Bölgesi yönetimine teşekkür ederiz.
— Tuncer BAKIRHAN (@tuncerbakirhan) October 12, 2026
(AY)

