Tuncer Bakirhan: Divê Îran dev ji êrişên li ser Kurdan berde û pirsgirêkê weke Sûriyê bi dîyalogê çareser bike
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) Tuncer Bakirhan têkildarî pêvajoya çareseriyê, gavên hiqûqî yên ku tên çaverêkirin were avêtin, vegera gerîlayên PKKyê û rola Abdullah Ocalan, bandora şerê Îranê ya li ser herêmê û yekîtiya Kurdan û Rojavayê, rola Herêma Kurdistanê, kongreya DEM Partiyê gelek mijarên din ji Rûdawê re axivî.
Tuncer Bakirhan li ser dema vegera gerîlayên PKKyê got ku ew li bendê ne qonaxên fermî dawiya meha Îlonê yan jî meha Cotmehê temam bibin.
Bakirhan diyar kir ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêvajoya vegera PKKyiyan de roleke girîng bilîze.
Bakirhan anî zimên ku aliyên hiqûqî, îdarî, lojîstîk û mirovî yên pêvajoyê eleqedarî Hewlêr, Silêmanî û Enqereyê ne.
Her weha Bakirhan bal kişand ser pêşhatên li Sûriye û Rojavayê jî û diyar kir ku divê piştgirî ji bo diyaloga di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Kurdan de were dayîn.
Bakirhan diyar kir ku bi bicihanîna yasaya çarçoveyê re dê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek siyasetmedar ji nû ve tevlî jiyana siyasî bibin û anî zimên ku dê navên ku ji sirgûnê vegerin û kesên ji qadên cuda yên têkoşînê jî tevlî pêvajoyê bibin.
Tuncer Bakirhan behsa nêrînên Ocalan ên ji bo êrişên Îranê û rewşa Herêma Kurdistanê jî kir. Her weha Bakirhan nêrînên Ocalan li ser çar xalan dabeş kir:
-
Divê nakokiyên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de li ser bingeha demokrasiyê bi dawî bibin û hikûmeteke navendî bê avakirin.
-
Di vê hikûmetê de divê mafê siyasetê û gotinê ji bo hemû hêzan hebe da ku Herêma Kurdistanê di hemberî êrişan de xurt bibe.
-
Divê Îran êrişên li ser xaka Herêma Kurdistanê demildest rawestîne û dawî bi darvekirina Kurdan bîne.
-
Divê Îran mafên Kurdan nas bike û Tirkiye jî roleke erênî bilîze. Ger Îran êrişan ranewestîne, ji bo Kurdan ji bilî parastina hevbeş a bi vîna xwe ti rêyeke din namîne.
Hevpeyvîna taybet a Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan a bi Rûdawê re weha ye:
“Pêvajo êdî di çarçoveyeke fermî de dimeşe”
Pêvajo êdî di çarçoveyeke fermî de dimeşe. Biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin, komîteya ku di yasayê de tê pêşbînîkirin bi serokatiya Alîkarê Serokkomar hat avakirin. Niha qonaxeke din a girîng heye: Biryara tesdîq-tesbîtê ya Komîteya Ewlehiya Neteweyî. Gava ku ev biryar di Rojnameya Fermî de were weşandin, yasa dê bi temamî bikeve meriyetê.
Ji niha ve dayîna demeke tekez ji bo vegeran ne rast e. Zehmet e ku mirov teqwîma pêvajoyeke ew qas hestyar bi dayîna rojan biaxive. Lê hemû nîşan nîşanî me didin ku dê ev qonaxên fermî dawiya meha Îlonê yan jî meha Çiriya Pêşîn temam bibin û yasa dê bikeve pratîkê. Bersiva pirsa "vegerên ewil dê kengî dest pê bikin" a ku her kes meraq dike jî bi vê teqwîmê ve girêdayî ye.
Li vir ez dixwazim bi taybetî balê bikişînim ser xalekê. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî tendurist bi rê ve biçe û hatin ewle û bi rêk û pêk bin, şert e ku Birêz Ocalan bi awayekî çalak di nav de be. Vê yekê tenê em nabêjin. Serkirdeyên PKKya hatiye fesixkirin jî bi israr heman rastiyê ducare dikin: Ew dibêjin heta ku Ocalan di nav de nebe ew nikarin banga "çekan deynin, vegerin" li ti hevalên xwe bikin. Her kesê ku pêwendiya di navbera PKK û Ocalan de dizane, dizane ku ev yek ji bo gotinê nayê gotin.
Pirs ev e: Birêz Ocalan îro di şert û mercên gelekî sînordar de hewl dide vê rolê bilîze. Ji bo vê yekê pêşniyara me zelal e: Komîteya Aştî û Siyasîbûnê ya ku Birêz Ocalan bikaribe rola xwe tê de bilîze divê demildest were avakirin. Rêya ku Birêz Ocalan bikaribe bi wateyeke rasteqîn di nav de be ev e. Gava ku ev komîte hat avakirin, em dikarin bi rehetî bibêjin ku dê hatinên hem ji çiyê û hem jî ji Ewropayê dest pê bikin.
“Hiqûqa li ser kaxezê, dişibe fêrbûna avjeniyê ya ji pirtûkê”
Bakirhan da zanîn ku pêşî divê were diyarkirin ku daxuyanî heta astekê tên fêmkirin û weha got:
Lê em vê jî dizanin: Daxuyanî wekî nan in. Dema teze bin digirin, heke werin rawestandin avahiya wan xera dibe û kes naxwe. Ez difikirim ku me qonaxên daxuyaniyan qismen derbas kirine. Yasaya ku li Parlamentoyê bi dengekî mezin hat qebûlkirin ji vî aliyî ve gelekî girîng e. Êdî ez ji bo derbasbûna ji niyetê ber bi pratîkê ve biqîmet dibînim.
Piraniya gavên şênber ên ku dê werin avêtin li qadên siyasî, hiqûqî, civakî û psîkolojîk belav dibin û ji bo beşeke girîng a wan pêwîstî bi nivîsandina bêhnokekê jî nîne. Wekî mînak qeyûm dikarin werin vegerandin. Zimanê medyayê dikare biguhere. Biryarên DMMEyê dikarin werin bicihanîn; biryara ku di refikê de disekine ne biryar e, neheqiyeke bipaşxistî ye û di wê refikê de navên bi sedan hevalên me hene. Her wiha civakîkirina aştiyê tenê ne karê me ye; destê me nagihêje her derê, divê dewlet jî qanî bike, biçe û biaxive. Heke ev werin kirin, bawer bikin dê pêvajo zêdetir lezê bigire.
Ji bo kesên ku dê vegerin rewşeke hiqûqî ya diyarkirî heye, amadehiya dewletê heye; amadehiya me zêdetir li ser zemîna siyasî-civakî ye. Lê hiqûqa li ser kaxezê, dişibe fêrbûna avjeniyê ya ji pirtûkê. Gelo mirov dikare bêyî ku bikeve avê fêrî avjeniyê bibe? Ku pirek radigire yan na, ne ji xêzkirina wê, dema ku karwanê ewil di ser re derbas dibe tê fêmkirin. Dema ku qonaxa pratîkê dest pê bike, piraniya nediyariyên îro dê bi xweber belav bibin; yên mayî jî dê li ser maseyê werin axaftin. Ya ku ez dixwazim bibêjim ev e, dema ku mirov dest bi vegerê bikin, em dê zelaltir bibînin ka kîjan hukim dixebite û li ku derê kêmasî heye. Dema pêwîst bike dê hinek made biguherin, hinek valahî dê bi sererastkirinên nû werin dagirtin.
Dîsa di çarçoveya pirsa we de, helbet dê di her şert û mercî de pêwîstî bi sererastkirinên nû hebe. Her ku pêvajo dimeşe pêdivî xwe nîşan didin û bi demê re tên çareserkirin. Ya esas meş e; ez qala meşa bi niyeta baş û bi zanebûna ku ev bi rastî ji bo xêra welêt e dikim. Yên din dê li pey werin.
“Helwesta Partiya NÛ ya di asta navendî de ne xirab e”
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku beşeke mezin a mixalefetê piştgiriyê dide pêvajo û yasayê û weha pêde çû:
Ev rewş ji bo pêdiviyên wekî pêkanîna sererastkirinên qanûnî bi lihevkirineke berfireh û civakîkirina aştiyê zemîneke girîng pêşkêş dike. Îmzeya CHPyê ya ji bo pêşniyara yasayê û piştgiriya wê ya bi dayîna dengê erê ya bi rêjeyeke mezin li desteya giştî biqîmet e. Piştgiriya Partiya NÛ ya ji bo pêşniyara yasayê di asta serokê giştî de piştgiriyeke girîng e û divê bal were kişandin ser. Lê belê hem hejmara dengên nexêr ên parlamenterên Partiya NÛ û hem jî awayê meşrûkirina gotina nexêr nîşanî bêsiyasetiyekê da. Bi hinceta bajarê ku wekîlê wê ye çûna dengê na, hem neheqî li bajar û hem jî li welêt e. Li Tirkiyeyê nikarin bajarekî, kolanekê jî bibînin ku aştiyê naxwaze û li dijî gotina "bila mirov nemirin" derdikeve. Tevî vê tabloya neyînî jî, dîsa jî helwesta Partiya NÛ ya di asta navendî de û tevkariya wê ya ji bo dengê erê yê yasayê ji bo paşerojê hêvîdar e. Lê belê heta xeta ku Ozgur Ozel diparêze negihêje aqilekî saziyî û siyasî, dê ji rê derketin çêbibin. Di çareseriya pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê de, îdiaya birêvebirina welêt a partiyeke mixalefetê ya ku ji nîvî ve bûye du parçe jî bi nêrîna min zerer dît.
“Divê her kes bi berpirsyariyekê nêzîkî pêvajoyê bibe”
Hevserokê DEM Partiyê diyar ku benda herî krîtîk a vê pêvajoyê, birêvebirina rast a psîkolojiya civakî ye û weha dirêjî da axavtina xwe:
Li Tirkiyeyê dîrokeke bi êş a zêdetirî çil salî ya vê meselê heye; vê dîrokê li her du aliyên welêt jî şopên kûr hiştin. Îro hîn jî malbateke leşkeran a ku evladê xwe ji dest daye heye, malbatên ku evladê xwe li çiyê ji dest dane yan jî li çiyê, di girtîgehê de, li sirgûnê li benda evladê xwe ne hene.
Li vî welatî luksê kesî nîne ku dilgiraniya yê din biçûk bibîne. Daxwaza azadiyê ya Kurdan û dilgiraniya ewlehiyê ya Tirkan jî rojeva girîng a vê pêvajoyê ne. Bêyî ku mirov her duyan jî cidî bigire ev kar nameşe. Ev tenê ne karê siyasetmedaran e. Ji zimanê ku medya bi kar tîne heta hilbijartina peyvan a qunciknivîskaran, ji uslûba nîqaşê ya li ser medyaya civakî heta nîqaşên li Parlamentoyê ez qala qadeke berfireh a berpirsyariyê dikim. Ev berpirsyarî li ser milê me hemûyan e.
Ji bilî vê di saleke pêşiya me de divê em sê tiştan bikin. Avêtina gavên ku yasa pêwîst dike di wextê xwe de û bêkêmasî. Karkirina kanalên diyalog û dan û standinê yên di navbera mixetaban de bi wateyeke rasteqîn. Û ya herî girîng, sererastkirina şert û mercên xebat û ragihandinê yên ku dê Birêz Ocalan bi xwe di nav de be. Min ev yek di pirsa berê de bi hûrgilî vegot.
Qonaxên vê pêvajoyê bi xwe hene. Divê her kes bi sebreke li gorî van qonax û rastiyê, bi berpirsyariyekê nêzîk bibe.
Ez dikarim berpirsyariyan bi kurtasî wiha pênase bikim: Ya ku dikeve ser milê desthilatê, avakirina îqlîma siyasî ya ku dê aştiyê mayînde bike û avêtina gavên ku dikevin ser milê wê di wextê xwe de ye. Ya ku dikeve ser milê mixalefetê, devjêberdana dîtina aştî û demokrasiyê wekî pêşşertê hev e; divê ev wekî du sernavên sereke yên ku hev xwedî dikin werin dîtin, ne yên ku li benda hev in.
Lê ya ku divê ez bi esasî biaxivim, berpirsyariya ku dikeve ser milê DEM Partiyê ye. Êdî em jî neçar in ne bi zimanekî aktîvîst, bi aqilekî avaker tevbigerin. Divê em ji pozîsyona aliyê ku tiştekî daxwaz dike, li bendê ye derkevin; bibin kirdeyeke ku daxwazên demokratîk ên ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan organîze dike û xwedî li wan derdikeve.
Li vir ez dixwazim bi taybetî balê bikişînim ser xalekê. Derdê me ne pozîsyoneke ku dibêje "em vê dixwazin, em wê dixwazin" û xwe ji kirdebûnê derxistiye ye. Her ku daxwazên demokratîk tên organîzekirin, bersiva hiqûqî ya wan daxwazan bi vî rengî yan jî bi wî rengî derdikeve holê. Mijarên wekî gihîştina birêvebiriyên xwecihî ya bi karakterekî demokratîk, mafê perwerde û rêxistinbûna bi zimanê dayîkê ji asîmanan nayên xwarê; ev mijara têkoşîn û avakirinê ne. Di vê mijarê de bi esasî gelek erk dikevin ser milê me.
Rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hevserok Bakirhan behsa girîngiya rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got:
“Rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne duyemîn e, gelekî girîng e. Em vê yekê gelek caran tekez dikin. Çimkî Herêma Kurdistanê jî ji aliyê cografî, pêwendiyên dîrokî, kanalên siyasî û derfetên li qadê ve li cihekî wiha disekine.
Ez dikarim vê bibêjim: Ji bo ku di dema vegerê de mekanîzma bixebitin lihevkirinek heye ku Hikûmeta Herêmê hem tevlî pêvajoyê bibe û hem jî roleke hêsankar bilîze. Dê aliyên vê yên hiqûqî, îdarî, lojîstîk û mirovî hebin. Hemû ev alî di heman demê de eleqedarî Hewlêr, Silêmanî û Enqereyê ne.
Dema em tên ser senaryoyan: Raya giştî ji valahiyê hez nake, heke valahî hebe bi çîrokan dadigire. Em jî vegotinên ji cureyê "dê li vir bi cih bibin, dê ji wir re werin şandin" dixwînin. Tam jî li vir ez dixwazim di ronahiya tecrubeyên şer û çareseriyê de bîrxistinekê bikim: Hûrgilî teknîkî ne, mekanîzma diyarkirî ne, siyaset jî neçar e di ser deng û dengan re bimeşe. Ji ber vê yekê ez alîgirê wê me ku em li benda pratîkê bin. Her ku pratîk dest pê bike dê gelek xalên ku îro nediyar xuya dikin jî şênber bibin.
Rewşa Rojava û Sûriyeyê
Tuncer Bakirhan got:
Paşeroja Sûriyeyê, bi rejîmeke demokratîk dikare were qezenckirin. Avakirina Sûriyeyeke demokratîk di serî de bi naskirin û garantîkirina mafên hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê, bi taybetî jî yên Kurdan pêkan e. Ev ne helandina Kurdan e; xurtkirina kirdebûna wan a siyasî ye. Em bi awayekî gelekî vekirî bibêjin: Mafên ku gelê Kurd bi dest xistine tiştekî ji mafên gelên din kêm nake. Berevajî vê, pirbûna mafan destkeftiya her kesî ye. Divê welatên herêmê vê rastiyê bi vî rengî bixwînin. Kurd dê li Sûriyeyê di kîjan mîmariyê de, bi çi rengî cih bigirin, Kurdên ku li wir dijîn û dînamîkên wan biryarê didin. Em di asta prensîbî de ne di wê rewşê de ne ku helwestekê diyar bikin ka dê gelê Kurd yan jî gelekî din çawa bijî. Lê divê em vê yekê tekez bikin: Bidestxistina mafên Kurdan a li Sûriyeyê divê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî were piştgirîkirin.
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku şerê li Îranê û pêşhatên li herêmê, bi rastî hevsengiyên li Rojhilata Navîn ji serî heta binî diguherînin û weha da zanîn:
Heke hûn bipirsin ev şer veguhere şerekî herêmî dê herî zêde kî bandorê jê bibîne, bersiva min zelal e: Di serî de Îran, Îraq û Sûriye, hema bêje her cihê ku Kurd lê dijîn dikeve bin rîskê. Jixwe me ji rojên ewil ên şer ve ev yek dît. Rejîma Îranê û hêzên girêdayî wê, carinan rasterast bi xwe, carinan jî bi destê komên alîgirên Îranê yên li Îraqê xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin hedef. Tevî van hemûyan Kurd bi israr dibêjin ku ew dê nebin parçeyek ji şerekî herêmî, ew dê nebin serkêşê ti hêzekê.
Baş e heke her roja Xwedê êriş berdewam bikin dê Kurd çi bikin? Herhal ew dê wekî mîhên qurbanê bêdeng nemînin. Ez vê yekê net bibêjim: Wekî her kesê ku rastî êrişê tê mafê Kurdan jî yê xweparastinê heye, di vê yekê de ti dînamîkeke Kurdî dudiliyê nake. Lê Kurd heta niha nehatin lîstika hêzên din, diyalog û dan û standin esas girtin, vê xetê jî didomînin. Bi nêrîna min divê Îran Sûriyeyê ji xwe re bike mînak. Tevî hemû kêmasiyên xwe hikûmeteke Şamê heye ku bi Kurdan re diyalogê hildibijêre. Kurd li Sûriyeyê hewl didin pirsgirêkên xwe bi hikûmeta navendî re bi hevdîtinan çareser bikin. Şameke ku bi Kurdan re di nav şer de ye dê aramtir be, yan Şameke ku hewl dide pirsgirêkên xwe bi rêya dan û standinan çareser bike? Bersiv diyar e. Ji dan û standin û diyalogê hem Şam û hem jî Kurd dê qezenc bikin.
Li Îraqê jî her çend carinan alozî derkevin jî di navbera Bexda û Hewlêrê de naskirina hev heye, diyalog heye. Ya rast jî ev e.
Lê Îran hîn jî hewl dide Kurdan bi zext, bidarvekirin û zorê bêdeng bike, tesfiye bike. Divê demildest dev ji vê helwestê were berdan. Divê Îran mafên demokratîk ên gelên cuda, baweriyên cuda, di serî de Kurdên ku li ser xaka wê dijîn nas bike. Rêya herî bi xêr ev e. Heke bidarvekirin û êrişan bidomîne, dê ji bo wê şikestineke mezin çêbibe. Kurd jî ji xweparastinê paşve namînin. Ev, nabe tercîha Kurdan bi xwe, dibe encameke mecbûrî ya ku li wan hatiye ferzkirin. Pêdiviya herêmê ne bi şerekî nû, bi zemîneke aştî û diyalogê ya mayînde heye.
“Yekitiya neteweyî êdî xwe ferz dike”
Tuncer Bakirhan derbarê mijara yekitiya neteweyî de destnîşan kir û weha got:
Nîqaşa yekîtiya neteweyî ya di navbera Kurdan de qet xelas nebû lê piraniya caran wekî madeyeke rojevê hat girtin, ne wekî hişmendiyeke dîrokî. Nîqaşa yekîtiya neteweyî ya di navbera Kurdan de ne nû ye; lêgerîneke ku bi salan e carinan xurt dibe, carinan jî bi paş ve dikişe ye. Lê belê wateyên cuda yên yekîtiya neteweyî di asta hişmendiyê de, di asta siyasetê de û di asta dîrokî de hene. Ez eşkere bibêjim, ez ne di wê baweriyê de me ku girîngiya wê bi temamî hatiye fêmkirin.
Yekîtiya neteweyî ne tenê hestek e. Têra xwe nake ku birayên ku heman malê parve dikin ji hev hez bikin; heke nehatibe axaftin ka dê kî derî veke, kî dê fatûreyê bide, dema mêvan hat dê kî çi bibêje, ew mal belav e. Derengavabûna zimanê hevpar ê di nav Kurdan de, yek ji trajediyên me yên esasî yên di dîroka me de ye. Her carê her kes mafdar derketiye, lê kesî qezenc nekiriye. Êdî divê siyaseta Kurd jî ne tenê li pirsgirêkên îro, li wê yekê binêre ka dê pêncî salên pêşiya me çawa werin avakirin.
Ji vir ez dixwazim eşkere bang bikim. Yek ji gavên ewil ên yekîtiya neteweyî ya ku gelê Kurd bi hesret li bendê ye ew e ku PDK û YNK îradeyeke xurt a hevparbûnê nîşan bidin. Çima du hêzên mezin ên siyasî yên ku xwedî tecrubeya bi salan, sazî û beramberiya civakî ne nikaribin di mijarên hevpar de xeteke siyasî ya xurttir ava bikin? Çima nikaribin paşeroja hevpar bi hev re biparêzin? Gelo pirsgirêka di navbera wan de, ji paşeroja gelekî mezintir e? Gelo dema hilberîna siyaseteke nû nehat? Gelo li cografyaya ku lê ne zemîneke siyasî ya xurttir çênabe? Îro sedema hêsanbûna êrişên li ser Kurdan, parçebûna di navbera Kurdan de ye.
Ev bangeke vekirî ye. Kerem bikin, pêşengiyê bikin, gava ewil biavêjin. Bi vê gava bi rûmet cejnê bi Kurdan bidin jiyîn. Alozî û rewşa ji hev dûrketinê ya ku dem bi dem di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de xuya dike dilê me diêşîne.
Çimkî perspektîfa neteweyî êdî xwe ferz dike. Dinya diguhere, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin; em di serdemekê de ne ku navê yê ku li ser sifreyê rûnanê di menuyê de ye. Di serdemên wiha de hesabên biçûk dibin sedema windahiyên mezin.
Pêdivî bi yekîtiyê heye; lê zêdetir, pêdivî bi bi hev re fikirînê heye. Pêdivî bi aqilê hevpar heye û dema mirov van hemûyan dike mirov dikare bêyî ku cudahiyan bihelîne bi hev re bijî. Yekîtiya neteweyî ne ew e ku her kes wekî hev bifikire, ew e ku yên cuda difikirin bikaribin di mijarên hevpar de bi hev re tevbigerin.
Niha, ez dizanim ku dibe ku derdorên ku dema van gotinên min dibihîzin dikevin telaşê, bi dilgiraniyê dinêrin û dibêjin "dixwaze çi bibêje" hebin. Ez dixwazim bi hemû samîmiyeta xwe eşkere bibêjim: Yekîtiya ku em li vir qesd dikin, ne yekîtiyeke ku li dijî kesî hatiye avakirin e.
Pêşî divê mirov yekîtiya neteweyî pênase bike. Qesda ji yekîtiya neteweyî ya di navbera Kurdan de, ne ew e ku hemû Kurd bikevin heman partiyê, heman rêxistinê yan jî heman xeta îdeolojîk. Tam berevajî; parastina cudahiyan e û nîşandana helwesteke hevpar a di mijarên bingehîn ên wekî hebûn, ziman, maf, destkeftî û paşeroja Kurdan de ye. Ev mafê ku ji ti gelê cîhanê nayê esirigandin, ango mafê bi hev re tevgerekirinê ji Kurdan jî nayê esirigandin. Divê mirov ji vê yekê endîşe neke.
Wekî Kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn helwesta me diyar e û neguheriye: Navnîşana ku em dê pirsgirêka xwe lê çareser bikin Enqere ye, em çareseriyê jî li vir, li ser van xakan digerin. Em her bihosta Tirkiyeyê wekî warê xwe dibînin. Têkiliyeke siyasî, çandî û aborî ya ku dê bi xwişk û birayên me yên li pişt sînoran re xurt bibe, ne li dijî kesî ye, destkeftiyeke di berjewendiya her kesî de ye. Îro jî yê ku herî zêde ji Deriyê Sînorî yê Xabûrê qezenc dike Tirkiye ye; bi hezaran Tirkiyeyiyên ji Trabzonê heta Amedê hene ku li xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixebitin, veberhênanê dikin. Sibe dema ku deriyê sînorî yê Qamişlo-Nisêbînê vebe jî em dê dîsa hemû bi hev re qezenc bikin: Şam, Enqere û Qamişlo. Yekîtî û aramiya Kurdan a di nav xwe de, aramiya li herêmê xurt dike; aramiya li herêmê jî rasterast xizmeta ewlehî û refaha Tirkiyeyê dike. Yanî ev meseleya yekîtiyê ne gefek e, zemîneke ku di berjewendiya Tirkiyeyê de ye jî û dê her kes qezenc bike ye.
“Divê Îran mafên Kurdan nas bike û nêzîkatiyeke demokratîk nîşan bide”
Bakirhan ji bo nêrîna Ocalan a têkildarî êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê weha pêde çû:
Ez dikarim nêrînên Birêz Ocalan di çar sernavan de kurt bikim. Dibêje ku:
Yekem; divê rewşa parçebûyî ya di navbera Silêmanî û Hewlêrê de bi dawî bibe. Divê pirsgirêk li dora prensîbên demokratîk werin çareserkirin û hikûmeteke herêmî ya navendî derkeve holê.
Duyem; di vê hikûmeta herêmî ya ku dê were avakirin de divê mafê gotin û siyasetê yê hemû hêz û dînamîkên li Herêma Kurdistanê hebe. Çimkî her sekneke parçebûyî, herêmê li hemberî êrişan vekirîtir dike.
Sêyem; divê Îran, di serî de Silêmanî û Hewlêr êrişên xwe yên li ser xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê demildest rawestîne, dawî li bidarvekirinan bîne.
Çarem; divê Îran mafên Kurdan nas bike û nêzîkatiyeke demokratîk nîşan bide. Divê Tirkiye jî di vê pêvajoyê de roleke pozîtîf bilîze. Heke Îran di polîtîkaya xwe ya êrişê ya li ser Kurdan de guherînekê neke, dawî li bidarvekirinan neyne, ji bilî ku Kurd bi rihê yekîtiya neteweyî xwe biparêzin çareyek namîne. Helbet divê Kurd vê yekê bêyî ku bibin serkêşê ti hêzeke din, bi îradeya xwe bikin. Jixwe helwesta ku rêxistinên Kurdî heta niha li hemberî êrişên Îranê nîşan dane jî di vî warî de bûye. Divê Îran vê rastiyê bibîne û tevbigere.
Kongreya DEM Partiyê
Em dê 6ê Îlonê kongreyekê bikin. Ji 7ê Îlonê pê ve jî em dê dest bi amadehiya kongreyeke veguhertinê ya mezin bikin. Di demeke herî kurt de em dê hem bi bernameya xwe, hem bi zimanê xwe, hem bi siyaseta xwe û hem jî bi kadroya xwe nû bibin, xurt bibin.
Kongreya 6ê Îlonê ji ber vê yekê girîng e: Dê bibe kongreyeke ku kadroyeke li gorî serdema nû, avahiyeke nû derxe holê. Ev birêvebirî dê amadehiya îdiayeke xurt bike. Lê ez vê jî net bibêjim: Armanca me ya esasî ew e ku em kongreya piştî vê ne tenê bikin kongreyeke partiyeke siyasî. Em dixwazin wê veguherînin kongreya tevgera komara demokratîk, em dixwazin vê tevgerê li her derê Tirkiyeyê berfireh bikin.
Heke em vê pêvajoyê tenê bi bêdengbûna çekan û çend gavên qanûnî rave bikin dê kêm bimîne. Ev pêvajo dê li Tirkiyeyê gelek tiştan biguherîne. Ez difikirim ku dê ji ziman û dînamîka siyasetê bigire heta jiyana civakî di qadeke berfireh de guherînên cidî çêbike. Yê ku vê guherînê rast bixwîne dê bi pêş ve biçe, yê ku bi mijarên rojane ve asê bimîne dê li paş bimîne. Dema ez vê dibêjim ez bawer im dê gelek mirov bi mafdarî hinek mînakên neyînî yên di rojevê de bidin. Ez qet van bêqîmet nabînim. Em dê helbet îtîrazî van bikin lê bi esasî divê em rastiya dinya, herêm û Tirkiyeya ku diguhere jî rast bixwînin.
Êdî em dikevin serdemeke ku çek, şer lê nîne. Ji niha pê ve erka ku dikeve ser milê me ne tenê berxwedan e, avakirina tiştan e. Derxistina holê ya nîzameke nû, fikreke paşerojê ya nû ye. Em nikarin wekî berê bidomînin, zimanekî nû û rêyeke nû lazim e. Ji niha pê ve kî tiştekî ava bike, kî paşerojeke rasteqîn nîşanî gel bide, di siyasetê de dê gotin a wî be.
Bi salan gotin "pirsgirêka ewlehiyê ye", qada demokratîk teng kirin, zext meşrû nîşan dan, çareserî her tim paş xistin. Niha ev hincet ji holê radibe. Li paş tenê rêyek dimîne: Siyaseta demokratîk û îradeya çareseriyê ya gel. Ev yek fersendeke mezin dide me lê di heman demê de berpirsyariyeke mezin jî li me bar dike. Êdî em dikevin serdemeke ku gotina me, bernameya me, hêza me ya çareseriyê tê ceribandin. Em bi vî çavî li kongreyê jî dinêrin.
Li aliyê din bi bicihanîna yasaya çarçoveyê re Demîrtaş, Yuksekdag û bi hezaran hevalên me; yên ku dê ji sirgûnê vegerin û gelek hevalên me yên din ên ji qadên têkoşînê dê tevlî jiyana siyasî bibin. Em dê berpirsyariya xwe ya li hemberî civakê mil bi mil bimeşînin û bidomînin.
(AY)