Fotograf: Wezareta Dadê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sazîya Îstatîkan a Tirkîyeyê (TUÎK) îstatîkên girtîgehan yên sala 2019an belav kiriye. Li gorî daneyên hatine belav kirin, hejmara kesên di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de di girtîgehan de ne li gorî heman dîroka sala 2018an ji sedî 10,1 zêde bûye û hejmar girtiyan gîhaştiye 291 hezar û 546 kesan.
Ji sedî 84,1ê serjimariya girtîgehan ya dîroka 31ê Kanûna Pêşiya 2019an ji kesên hikimxwarî pêk tên û ji sedî 15,9 jî girtî ne. Ji sedî 96,1ê van kesan mêr in û ji 3,9 jin in.
Ji her sed hezar kesî 351 kes di girtîgehan de ne
Ji 31ê Kanûna Pêşiyê ya her salê pê ve li Tirkiyeyê di sala 2010an de ji her sed hezar kesî 163 kes girtî bûn. Ev hijmar her sal zêde bûye û sala 2018an bûye 323 û di sala 2019an de jî gîhaştiye 351 kesan.