Fotoğraf: Moe Zoyari / Bloomberg
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gorî daneyên Sibatê yên Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê(TUIK) enflasyon li gorî meha berê ji sedî 4,81 û li gorî heman meha sala par jî ji sedî 54,44 zêde bûye.
Ji serêsalê heta niha rêjeya zêdebûnê bûye ji sedî 16,45
Zêdebûna salane ya herî mezin di veguhastinê de ye
Zêdebûna salane ya herî zêde di veguhastinê de ji sedî 75,75, kelûpelên malan ji sedî 64,83 û xurak û vexwarinên bêalkol jî ji sedî 64,47 hatiye pîvandin.
Zêdebûna herî kêm di koma sereke ya ragihandinê de pêk hatiye ev jî ji sedî 11,89 e. Li dû vê perwerde ji sedî 22,24, kinc û pêlav ji sedî 26,87 û tenduristî jî ji sedî 32,86 e.
Di meha Sibatê de komên sereke yên rêjeye wan herî zêde xurak û vexwarinên bêalkol ji sedî 8,41, kelûpelên malan ji sedî 7 û xerciyên tenduristiyê ji sedî 6,39 e.
Komên ku vê mehê herî kêm zêde bûne, cil û bergên ji sedî 0,30, vexwarinên bialkol û tûtin ji sedî 0,44 û bi ji sedî 1,49 xanî ye.
(HA/AY)