Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê(TUIK) daneyên bêkariyê aşkere kir. Ji meha Hezîranê pê ve cara yekeme bêkarî zêde dibe. Li gorî vê yekê hejmara bêkarên 15 salî û mezintir di Çiriya Paşiya 2023an de li gor meha borî 115 hezar kes zêde bû û derket 3 milyon û 116 hezar kesî.
Her wiha rêjeya bêkariyê 0,4 puan zêde bû û derket ji sedî 9an. Rêjeya bêkariyê ya mêran ji sedî 7,5 û ya jinan jî weke ji sedî 11,8 hat pêşbînîkirin.
Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin di Çiriya Paşiya 2023an de li gorî meha borî 236 hezar kes kêm bûye û weke 31 milyon û 611 hezar kes hat pîvandin. Rêjeya îstihdamê jî 0,4 puan kêm bû û bû ji sedî 48,2. Ev rêje ji bo mêran ji sedî 65,4 û ji bo jinan jî ji sedî 31,3 e.
Rêjeya bêkariyê ya di nav ciwanên di navbera 15-24 salî de li gorî meha borî 0,3 puan zêde bû û derket ji sedî 16,5an Rêjeya bêkariyê di vê koma temenî de; Ji bo mêran ji sedî 14,2 û ji bo jinan jî ji sedî 20,7 e.
(HA/AY)