Fotograf: Sarkaç
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) rêjeya bêkariyê ya meha Nîsanê aşkere kiriye.
Li gorî daneyên ku TUÎKê di malpera xwe de weşandiye, rêjeya bêkariyê di meha Nîsanê de 0,1 pûan zêde bûye û derketiye ji sedî 10,2yan.
Rêjeya bêkariyê di nava mêran de bûye ji sedî 8, di nava mêran de ji sedî 14,3.
Hejmara bêkaran de nava kesên temenên wan 15 û berjortir de, li gorî meha borî 74 hezar kes zêdetir bûye û derketiye 3 milyon û 585an.
Rêjeya kesên ku di meha Nîsanê de kar dikin li gorî meha borî 521 hezar kes zêde bûye û derketiye 31 milyon û 610 hezar. Ev rêje di nava mêran de ji sedî 65,9 e, di nava jinan de ji sedî 31,2 ye.
Rêjeya bêkariyê di nava ciwanên ku temenên wan di navbera 15 û 24an de ye, li gorî meha borî 1,2 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 19,1. Di nava mêrên ciwan de rêjeya bêkariyê 15,7 e, di nava jinên ciwan de jî ev rêje ji sedî 25,4 e. (RT/FD)