Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daneyên ku Saziya Istatîstîkan a Tirkiyeyê(TUIK) daneyên bêkariyê yên mehên Tîrmeh, Tebax û Ilona 2022an belav kiriye.
Li gorî daneyan hejmara bêkarên salên 15 û berjortire di çar yeka duyemîn ya salê de 234 hezar kêm bûye û bûye 3 mîlyon û 433 hezar kes.
Di vê qonaxê de rêjeya bêkariyê 0,7 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 10. Her weha rêjeya bêkariya mêran ji sedî 8,7e û ya jinan jî ji sedî 12,8 e.
Rêjeya îstîhdamê ji sedî 47,5 e
Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin li gorî çaryeka berê di sêyemîn çaryekê de 123 hezar kes zêde bûye û bûye 30 mîlyon û 787 hezar kes. Rêjeya îstîhdamê jî bûye ji sedî 47,5 e.
Ev rêje ji bo mêran ji sedî 64,9 e û ji bo jinan jî ji sedî 30,5 e.
Rêjeya tevlîbûyîna kar ji sedî 52,8 e
Hejmara tevlîbûyîna karî jî li gorî çaryeka berê bi kêmbûna 111 hezar kesî ve hejmara tevlîbûyina karî daketiye 32 mîlyon û 220 hezaran.
Rêjeya tevlîbûyîna kar 0,4 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 52,8.
Rêjeya tevlîbûyîna karî di mêran de ji sedî 71,1 e û di jinan de ji sedî 34,9 e.
Rêjeya bêkariyê ya ciwanan ji sedî 19,1 e
Rêjeya bêkariyê ya ciwanên ku temenê wan di navbera 15-24an de ne li gorî çaryeka berê 0,8 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 19,1.
Rêjeya bêkariya vê komê di mêran de ji sedî 16,1 e di jinan de ji sedî 24,7 e.
(HA/AY)