Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên dawîn ên enflasyonê yên salê ku di zêdekirina meaşên karmend û kesên teqawîtbûyî de diyarker e eşkere kir.
Li gorî vê yekê, enflasyon di meha Kanûna Pêşiyê de ji sedî 1,03 e, ya salane jî ji sedî 44,38 e. Enflasyona 6 mehan a ku ji bo zêdekirina rêjeya meaş diyarker e jî, bû ji sedî 15,75.
Koma Lêkolîna Enflasyonê ya Serbixwe (ENAG) jî daneyên enflasyon eşkere kir. Daneyên ENAGê du qatî yên TUÎKê ye.
Li gor daneyên ENAGê enflasyona mehane ji sedî 2,34 e û enflasyona salane jî ji sedî 83,40 e.
Bi daneyên ku TUÎKê eşkere kir re rêjeya zêdekirina meaşên fermanber û kesên teqawîtbûyî jî hat diyarkirin.
Karker û teqawîtbûyên Bag-Kurê li gorî enflasyona 6 mehan maeşên wan zêde dibe. Ew jî ji sedî 15,75 e. Rêjeya zêdekirina maeşên karmend û karmendên teqawîtbûyî ji sedî 11,54 e.
(HA/AY)