Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUİK), daneyên Endeksa Bihayên Xercdaran (TUFE) yên meha Îlona 2026an eşkere kirin.
Bihayên xercdaran di meha Îlonê de li gorî meha borî ji sedî 1,84 û li gorî heman meha sala par jî ji sedî 29,73 zêde bûn.
Zêdebûna di neh mehên destpêkê ên sala 2026an de ji sedî 24,32 e û enflasyon li gorî navgîna 12 mehan jî bû ji sedî 31,49. Navgîna 12 mehan di heman demê de sînorê zêdekirina kirêyan diyar dike.
Enflasyona salane di meha Tebaxê de ji sedî 31,51 bû. Bi vê yekê re, paşveketina di enflasyona salane de di meha Îlonê de jî berdewam kir.
Bihayên perwerdeyê di mehekê de ji sedî 14,19 zêde bûn
Di nav komên sereke yên xerckirinê de zêdebûna herî bilind a mehane ya bihayan di meha Îlonê de di xizmetên perwerdeyê de hat dîtin. Bihayên perwerdeyê di mehekê de ji sedî 14,19 bilind bûn.
Piştî perwerdeyê; bi ji sedî 3,98an cil û berg û sol, bi sedî 3,40an sîgorta û xizmetên darayî, bi sedî 2,79an veguhastin û bi ji sedî 2,71ê jî xanî, av, elektrîk, xaz û sotemeniyên din hatin.
Zêdebûna salane di perwerdeyê de bû ji sedî 48,62
Di nav komên sereke yên xerckirinê de koma ku zêdebûna bihaya salane ya herî bilind tê de hatî tomarkirin, bi rêjeya ji sedî 48,62an xizmetên perwerdeyê bûn.
Piştî perwerdeyê; bi ji sedî 43,26an tenduristî, bi sedî 39,99an xanî, av, elektrîk, xaz û sotemeniyên din û bi sedî 35,10an jî veguhastin hat.
Zêdebûna bihaya salane di xwarin û vexwarinên bêalkol de ji sedî 27,62, di xizmetên xwaringeh û hewandinê de ji sedî 29,53, di vexwarinên bi alkol û hilberînên tûtinê de jî wekî ji sedî 31,60 hat tomarkirin.
Rêjeyên İTO, ENAG û Web TUFEyê ji yên TUİKê cudatir in
Li gorî daneyên ku Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (İTO) di 2ê Cotmehê de aşkere kirin, li bajêr bihayên perakende yên mehane bi rêjeya ji sedî 2,11 û bihayên bikomî ji sedî 1,96 bilind bûn. Zêdebûn li gorî heman meha sala par di bihayên perakende de bû ji sedî 33,55 û di bihayên bi komî de jî bû ji sedî 25,90.
Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji aliyê komek akademîsyen û lêkolîneran ve hatiye damezrandin, Endeksa Bihayên Xercdaran a mehane (E-TUFE) wekî ji sedî 2,10 pîva. ENAGê rêjeya zêdebûna 12 mehan a E-TUFEyê jî wekî ji sedî 46,61 eşkere kir.
Projeya lêkolînê ya çavkaniya vekirî Web TUFE ku armanc dike enflasyona xercdaran a Tirkiyeyê bi metodolojiyeke serbixwe û zelal bipîve, di meha Îlonê de ji sedî 2,29 zêde bû, ya salane daket ji sedî 31,95an.
(HA/AY)
