Yə tχəλ a ċəċa a.Ša ɣa-la.na.w.mə.t za bza a.wádya-ba, za λamsá dəwa.wt.
Dunay ɣa t°axə´-bza ɣa a.ċʼanə za tə´t Tevfik Esenç 08.10.1992 gə´ dəwa.qʼa. Wana´ ɣafa t°axə´-bza a.bayna.wə.qʼa. A ċəċa.n Türkiye gə´ yə tχəλ a.mə.məs˙a.fa.n, a.mə.ša ɣa-la.fa.n, a.mə.tχə.fa.n.
08.10.1992 λáqʼala; š´ə.nanaw-warad, š´ə.mas˙a, š´ə.warada, š´ə.wadya.qʼa.n yə c°aɣ̅ °ə. Dunay ɣa´w.bza “na´-bza ɣa´ məṡ°a” txa´ž´ š´əx!
“yə´zaqʼala a t°axə´-bza a č´aqʼa´” a. qʼa´. qʼa´ Tevfik Esenç ala a č´aqʼa´...
Eger zimanek ji nav biçe, gelek dimire!
Em wek pêkhateyên Tora Çavdêrîkirin, Belgewarkirin û Raporkirina Mafên Zimanî, Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ya 2020î, bi daxuyanîyekê pêşwazî dikin ku bi zimanê gelê ûbih hatîye nivîsîn; ev gel ji Qefqasyayê bo xaka Împaratorîya Osmanî hatîye nefîkirin.
Kesên ku ev metn nivîsîne û yên ku îmzeya wan di bin vê metnê de hene jî tê de, îro, tu kes wergera ûbihî ya vê daxuyanîyê nikare bixwîne û fam bike. Ji ber ku ev ziman bi mirina Tevfik Esenç di 8ê Cotmeha 1992yan de, ku mirovê herî dawî bû yê bi vî zimanî diaxivî, binerd bû. Me zimanekî xwe tevî mesel û zêmar û lorîyên wî ji dest da li ser van erdan…
Ew bikerên civaka sîvîl ku li ser zimanên cîyawaz û/yan li ser pir-rengîya zimanî xebatan dikin û di mijara girîngî û wateya zimanê dayikê de hestyar in, ji bo ku hevgirtin û hevkarî û dostanîya di navbera wan de hatibû destpêkirin pêşve biçe, bi boneya 21ê Sibatê hatin ba hev ku ev roj ji hêla UNESCOyê ve di 17ê Mijdara 1999an de wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hatîye ragihandin.
Em wek pêkhateyên toreka ku dê bi beşdarên nû berfireh bibe, gazî her kesî dikin ku bila ji nêz ve her cure binpêkirin û destkeftên têkildarî mafên zimanî bişopînin û rêzê li hemû zimanên dayikê bigirin û xwedî li wan derkevin.
Îro ku em bi bangewazîyekê pêşwazîyê li vê roja watedar dikin, di serî de em dixwazin girîngîya maddî û manewî û nirxê bêhempa yê zimanên jinavçûyî, zimanên di bin xetereyê de û zimanên kêmaran û ya hemû zimanên dayikê ji bo mirovahîyê dupat bikin. Ji bo ku hemû astengîyên li ber zimanan rabin û her takekes bikare bi zimanê xwe yê dayikê çawa dixwaze wisa jîyana xwe berdewam bike û ji bo ku pir-rengîya zimanî wek garantîya pêkvejîyana aştîyane bihê dîtin, em wê yekê dixwazin û piştgirîya wê yekê dikin ku pir- rengî di her warê jîyanê de serwer bibe.
Em wek pêkhateyên torekê ku xebatan li ser zimanê xwe yê dayikê dikin an jî xebatan li ser pir-rengîya zimanî dikin, her kesa/ê ku herî kêm xwedî zimanekî dayikê ye bangewazîyê li wê/î dikin ku bila hestyar be di mijara binpêkirinên mafî yên zimanê xwe yê dayikê de û bila tê bikoşe ji bo destkeftên nû.
Ji bo domdarkirina vê hestyarî û têkoşînê, em piştgirîya wan xebatan bikin ku bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê têne kirin û beşdarî wan çalakîyan bibin ku dê bêne çêkirin!
‘Roja Zimanê Dayikê” ya hemû zimanên cîhanê pîroz be!
Agos Ermenice Ek, Aramyan Okulundan Yetişenler Derneği, Arap Alevi Gençlik Meclisleri, Aras Yayıncılık, Avesta Yayınevi, Avlaremoz Platformu, Bianet, Ehliddar, El Amaneser, Gazete Sabro, Gor Hemşin Kültür Dil Tarih Dergisi, Gürcü Dil Merkezi, Gürcü Haber Portalı, Gürcü Kültür Merkezi, Hemşin Kültürünü Araştırma ve Yaşatma Derneği, Heyamola Yayınevi, İsmail Beşikci Vakfı, İstanbul Arap Alevi Meclisi, İstanbul Kafkas Kültür Derneği, İstos Yayınevi, Jıneps Gazetesi, Kafkas Dernekleri Federasyonu, Kürt Araştırmaları Derneği, Laz Kültür Derneği, Medya Kitabevi, Mezopotamya Dil ve Kültür Araştırma Derneği, Mızağe Dergi, Nor Zartonk, Ogni Dergisi, Peywend Yayınları, RUMVADER, Sefarad Kültürü Araştırma Merkezi, Şamil Eğitim ve Kültür Vakfı, Süryani Dernekleri Federasyonu, Türkiye Kültürleri Araştırma Grubu, Uncire Dergisi, Vejiyaişê Tiji (Tij Yayıncılık), Weşanxaneyê Vateyî (Vate Yayınevi), Yaşam Bellek Özgürlük Derneği, 1864 Hafıza Merkezi. (KGS/APA)
* Kurmancîye çeviren: Eyyüp Subaşı
** Dil Hakları İzleme Belgeleme ve Raporlama Ağı (DHİBRA) [email protected]
*** Yaşam Bellek Özgürlük Derneği https://yasambellekozgurluk.org