Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konseya Navendî a Yekitiya Doktorên Tirkan (TTB) ji bo “Covid-19 - Rapora Rewşa Tirkiyeyê” a Wezareta Tenduristiyê daxuyaniyek weşandiye. Wezaretê Rapor duh belav kiribû.
TTBê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye, di pêvajoya pandemiyê de cara yekeme rapor hatiye belavkirin û gotiye, “Em bi vê kêfxweşbûn û em hêvî dikin ku di gel daneyan were berdewam kirin. Rapora navborî, yekem rapora rewşê ye ku beşeke piçûkê daneyên epidemiyolojik digire xwe. Demeke dirêj bû me derbarê rewşa Covîd-19ê ya welatê xwe de raporeke bi daneyên epidemiyolojik dixwest.”
Divê pêşaniya Wezaretê ne handan geştiyariyê be
TTBê di daxuyaniyê de aşkere kiriye û gotiye, “Em weke TTBê destnîşan dikin, pêşaniya Wezareta Tenduristiyê handana bernameyên geştiyariyê nîne. Li şûna vê bila di raporê de neyeksaniya di navbera herêman a însidansa nexweşiyê lêbikole. Bila bi armanca parastina tenduristiya civakê û takan ve di çarçoveya daneyên epidemiyolojik de nirxandinan bike."
Wezareta Tenduristiyê piştî ku şewba Covid-19 belav bû heta niha cara yekem e Rapora Rewşa Tirkiyeyê ya di dema Covid-19ê weşandiye. Rapor duh li ser malpera Wezareta Tenduristiyê hatibû belavkirin. (EKN/AY/FD)