Li ser tenduristiya Emîne Ayşe Barimê ku ji 27ê Çileya 2025an vir ve li Girtîgeha Marmarayê tê girtin, fikarên cidî hene. Li ser daxwaza parêzerê Barimê, Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirkan (TTB) biryar da ku komîteyek zanistî ava bike.
Hat gotin ku rapora nirxandina tibî ya berfireh ku ji aliyê lijneya zanistî tê amadekirin, dê di zûtirîn demê de bi raya giştî û rayedaran re were parvekirin.
Lêbelê ji ber lezgîniya mijarê, TTBê pêwîst dît ku raporek nirxandinê ya pêşîn biweşîne. Li gorî daxuyaniya TTBê, di rapora bijîşkî ya ku di 2ê Tîrmeha 2025an de ji aliyê Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehir a Çam Sakurayê ve hatî amadekirin de, nexweşiya Barimê "Kardiomiyopatiya Obstruktif a Hîpertrofîk" e. Di raporê de her wiha hatiye gotin ku xetere heye ku Ayşe Barim ji nişka ve bimire û ji ber vê yekê hatiye pêşniyarkirin ku divê amûra şokê a bi navê ICD (Defîbrîlatorek Kardioverter a Împlantable) bi dilê wê de were danîn.
Her wiha hate destnîşankirin ku nexweşiya demar a mêjî bi Barimê re heye û ji nişka ve li ser hişê xwe ve diçe. Lijneya Rêveber a Odeya Bijîşkan ya Stenbolê daxuyaniyek weşand û tekez kir ku nexweşiya dil a Emîne Ayşe Barım xetereya mirina ji nişka ve çêdike û divê Emîne Ayşe Barim demildest were berdan.
Tê payîn ku rapora zanistî ya dawî ya TTBê di demek nêzîk de bi raya giştî re were parvekirin.
(EMK/AY)

