Fotograf: Murat Kebapçı / Pexels
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) li dijî rêbernameya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî ya derbarê “Xebatên Çapemenî û Belavkirinê” de weşandiye, serî li Desteya Dewletê dane.
Her du saziyan di daxwaznameyên xwe de xwestine ku rêbername betal bibe.
MLSAyê di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku bi vê rêbernameyê dixwazin mafên Destûra Bingehîn misoger kiriye, asteng bikin.
Her weha hatiye gotin ku peymanên navnetewî yên Tirkiyeyê ew îmze kirine û Destûra Bingehîn sînorên midaxeleya li azadiya xweîfadekirinê û medya-çapemeniyê diyar kirine lê bi vê rêbernameyê wê derkevin ji derveyî van sînoran û midaxele li azadiyan bikin.
TTB: ne li gorî rêgezên dewleta hiqûqê ye
TTByê jî di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku rêbernameya navborî li dijî rêgeza dewleta hiqûqê ye û behsa wan bêhiqûqî û neyêniyan kiribû ku ger rêbername bicih were wê derkevin holê. (HA/FD)