Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konseya Navendî a Yekîtiya Doktoran a Tirkan(TTB) îro daxuyaniyekî nivîskî têkildarî daxuyaniyên sîyasiyan yên ku wan dikin hedef, daye.
Di daxuyaniyê de hatiyediyar kirin ku di hefteya herî dawî de, 9 kedkarên tendurstiyê ji ber vîrûsa koronayê can daye û wiha hatiye gotin: “Bi dest pêkirina pandemiyê heta roja îro, bi hezaran welatiyên me, 50 doktor jî di nav de bi giştî 112 kedkarên tenduristiyê mirine û em êşa wan dijîn. Êv êş û xemginiya me bê dawî ye.”
Em ê li hemû qadan gotinên xwe bêjin
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin, li gel ku me dikin hedef em ê gotinên bi berdewamî bêjin û weha gotine, “TTB berovajiyê hikumetê, welatiyan bi awayekê rast agahdar dike. Di demên dawî de bi awayekê zanebûn me dikin hedef. Em dixwazin bidin zanîn ku, em weke Yekitiya Doktorên Tirkan, ne li gel kesên bihêz in, em li gel kesên mafdar in û rastiyan dibêjin. Em ê vê piştgiriya xwe dewam bikin. Yên ku xwe bi hêz dibînin, her çiqasî dixwazin li her derê xwe weke mafdar nîşan bidin jî, lê di rastiyê de rastî bertekek cidî ya civakê tên.”
Di daxuyaniyê de weha pê de çûne: “Seroka Konseya Navendî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fincanci, di çarçoveya erka xwe ya doktoriyê de, li dijî îşkenceya dij mirovahiyê, hem li welatê me û hem jî di qada navneteweyî de xebatên girîng birêve birin. Têkoşîna li dijî îşkenceyê û ji bo mafê mirovan, ne şerme, berovajî rûmete. Ev helwesta bi rûmet, her tim ji aliyê TTByê û doktoriyê derketiye holê.
Em ê weke Konseya Navendî ji bo mafê tenduristiya doktoran û civakê têkoşîna xwe bi rêve bibin. Em soz didin ku çi dibe bila bibe, em ê her tim xwedî hempîşeyên xwe, raya giştî ya Tirkiyeyê, erdnîgariya em li ser dijîn, tenduristiya xwe, perwerdeya xwe û demokrasiya xwe derkevin.”
“Kesên ku dixwazin tiştek bêjin bila berê hesabê daneyên Covîd-19ê yên şaş, mirinên ku girêdayê vê û rewşa netendurist ya heyî bidin civakê”(AS/AY)