Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktoran a Tirkan (TTB( eşekere kiriye û gotiye, ji 1ê Nîsanê roja Prof. Dr. Cemîl Taşçıoglûyî miriye heta îro 24 karmendên tenduristiyê ji ber virûsa Covîd-19ê mirine. Her weha ji wan 14 kes doktor in.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, 38 jê doktor, 3 hezar û 474 xebatkarên tenduristiyê bi vîrusa Covîd-19ê ketine.
Rapor li ser sazîyên tenduristiyê yên taybet û dewletê yên 44 bajaran hatiye amadekirin. Li gor raporê di 37 bajaran de doktorên bi vîrusê ketine hene. Li sê bajaran jî derbarê pîşeyên xebatkarên tenduristiyê de cûdakarî nehatiye kirin.
Her weha doktor herî zêde li bajarê Stenbol, Îzmîr, Enqere, Eskîşehîr û Edeneyê bi vîrusa Covîd-19ê ketine.
Li Stenbolê jê 960 doktor bi giştî 2 hezar û 5 karmendên tenduristîyê bi Covîd-19ê ketine. Li piştî Stenbolê 12 li Amedê, 11 Kirklarelî, 11 Antalya û 10 doktor jî li Bûrsayê bi vîrusê ketine. Her weha 9 karmendê tenduristiyê jî li Samsûnê bi vîrusê ketine.(AS/AY/FD)