Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî rapora ku di çarçoveya “Roja Baldariya Tsûnamiyê ya Cîhanê” ya Neteweyên Yekbûyî(NY) ku di 2020an de weşandiye, tsûnamî di nava 10 salê li pêşiya me de wê ji sedî 50ê serjimêriya cîhanê re bibe gef.
Di raporê de hatiye diyar kirin ku divê berê her tiştî polîtîkayên rast û tevdîr were pêkanîn da ku pêşî li senaryoyên karesatê yên gengaz were girtin.
NYê tsûnamiyê weke yek ji karesatên xwezayî yên herî xetere dibîne û divê pêşî li bajarvanî û tûrîzma li herêmên ku tsûnamî lê çêdibe, were girtin. Ger pêşî neyê girtin wê gelek mirova di bin xeteriyê de bimîne.
Srî Lanka, Hîndîstan, Endonezya, Tayland û Japonya di nava welatên ku herî zêde ji tsûnamiyê bandor bûne de ne.
Tsûnamî çî ye?
“Tsûnamî” têgeheke japonî ye. Li peyvên “tsû”(bender) û “namî”(pêl, şepol) pêk hatiye. Têgeha "tsûnamî"yê ji bo pênasekirina rêzepêlên mezin ên okyanûsê ku ji ber erdhejeke bihêz di bin avê de çêdibin, tê bikaranîn.
NYê di civîna xwe ya Civata Giştî ya Kanûna 2015an de 5ê Çiriya Paşiyê weke "Roja Baldariya Tsûnamiyê ya Cîhanê" qebûl kiriye.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê(DSO) û NYê di nava 100 salên dawî de 58 bûyerên tsûnamiyê pêk hatiye û di encama wan de nêzîkî 260 hezar mirov mirine.
(TP/AY)