Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) di sala 2023an de li Herêma Kurdistana Iraqê û bajarê Nînovayê hezar û 586 êriş pêk anîn.
Kamaran Osman, endamê saziya mafên mirovan ya Tîmên Aştîxwaz ên Xiristiyan (CPT) ku çavdêriya operasyonên Tirkiyê li Herêmê dike, ji Rûdawê re ragihand ku êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê gihîştiye vê hejmarê:
1.159 êrîşên hewayî
Li gorî Osman, hezar û 159 êrîşên Tirkiyê ji hewa, 228 bi balafirên bêmirov û 114 jî bi topbaranê hatine kirin. Herwiha hêzên çekdar ên Tirkiyê ji sê êrişên çekdarî û du teqînên mayînan berpirs in.
Êriş herî zêde li Duhokê pêk hatine
Çavdêr diyar kir ku TSKyê bi 517 êrişan herî zêde êrişî bajarê Duhokê kirîye. 475 êriş li Hewlêrê, 420 Silêmanî û 36 jî li Nînowayê pêk anîye.
Li gorî daneyên CPTê ji sala 2015an heta niha di êrişan de herî kêm 152 kes hatine kuştin û 228 kes jî birîndar bûne.
Ji sala 1990î heta niha 850 sivîl hatine kuştin
Osman da zanîn ku ji sala 1990an û vir ve nêzî 850 sivîl di êrîşên hewayî yên Tirkiye û Îranê de hatine kuştin û li pişt piraniya êrîşan jî Enqere heye.
Tirkiye bi hinceta çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), bê navber çiyayên ku li herêmên bakurê Herêma Kurdistanê ne bombebaran dike.
Li gorî agahiyên malbatên ku ji Rûdawê re axivîn, roja Sêşemê balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê gundê Kafiya yê terkkirî yê navçeya Akrê kirin armanc. 4 gundiyên ku li zeviyên xwe yên li derdorê dixebitîn hatin gulebarankirin û 2 jê hatin kuştin.
Şaredarê bajarokê Dinara yê ku Kafia lê ye, Serbast Sebrî ji Rûdawê re got, "Êrîş ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatiye kirin."
Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê jî piştrast kir ku ji destpêka sala 2024ê ve herî kêm 7 leşkerên wan li Herêma Kurdistanê mirine.
(AEK/AY)