Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) operasyona xwe ber bi El Babê ve berfireh dike.
Rûdaw a ku ji Erbîlê weşanê dike daye zanîn ku AAS di pênc rojan de heşt kîlometreyan bi pêş ketiye û balafirên şerî yên Tirkiyeyê jî beşdarî operasyonê bûne.
Ajansa Anadolûyê jî daye zanîn ku AAS du kîlometreyan nêzîkî El Babê bûye.
Xelkê El Babê jî ji ber şerî terka mala xwe dikin û ji warên xwe derdikevin.
Minbîc û YPG
Reutersê dîyar kir ku serokkomarê Tirkiyeyê eşkere kiribû piştî standina El Babê ku 30 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyeyê dûr e, armanc dê Minbîc be.
YPG Minbîcê kontrol dike, YPG yek ji hevkarên Amerîkayê ye.
Çapemeniya Amerîyê eşkere kiribûn ku di nav Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê de hêzên YPGyê jî hene û ew ê beşdarî operasyona Reqqayê bibin.
Wezîrê Karên Derve, Mevlûd Çavuşoglûyî jî dabû zanîn ku ‘’YPG dê dora bajarî bigire û hêzên xwecihî dê têkevin nava bajarî. ‘’(AS/MB)
Wêne: Huseyîn Nasir, Mamun Ebû Omer – el Bab / AA