Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler ragihand ku piştî êrîşa li dijî tesîsên Pîşesaziya Fezayê û Hewayî ya Tirkan (TUSAŞ) ku li Kahramankazana Enqereyê ye, li bakurê Sûriyeyê û Iraqê êrîşên esmanî hatin kirin.
Di êrîşa bombeyî û çekan a li hemberî TUSAŞê de 5 kes mirin û 2 jê giran 22 kes jî birîndar bûn. Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihandiye ku endamên PKKê yên bi navê Alî Orek ku koda wî 'Rojger' e û Mine Sevjin Alçiçekê êriş pêkanîne.
Guler di merasima bibîranînê ya TUSAŞê ya li Pêşangeha Pîşesaziya Feza, Hewayî û Parastinê ya Navmeteweyî SAHA EXPOyê ya ku li Navenda Pêşangeha Stenbolê hat lidarxistin de axivî û wiha got:
"Şeva borî Hêzên me yên Çekdar ên qehreman li bakurê Sûriye û Iraqê li dijî hedefên terorîstan bi serketineke mezin êrişên hewayî pêkanîn. Li Iraqê 29 û li bakurê Sûriyeyê jî 18 bi tevahî 47 hedefên terorîstan hatin lêdan û gelek terorîst hatin berterefkirin."
Ajansa Anadoluyê diyar kir ku MÎT û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê êrîşên hewayî pêk anîne û got, "Di operasyonan da gelek xalên stratejîk ên wekî avahiya rêxistinê ya binesaziya enerjiyê, lojîstîk û depoyên cebilxaneyê hatin armanckirin."
Li Enqereyê li dijî tesîsên TUSAŞê êriş pêk hat
Malbenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Suriyeyê(SOHR) ku mixalîfe û navenda wê li Londonê ye, ragihand ku êrîşên bejayî û asmanî li ser bejahiya Efrînê, Tel Rifat û derdora wê, Minbic û derdora wê, Kobanê û bejahiya wê û Hesekê û bejahiya wê hatine kirin.
Malpera nûçeyan a Rojnewsê ku navenda wê li Silêmaniyê ye ragihandiye ku balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê bajarokê Zêlanî û Çiyayê Asosê yên navçeya Şarbajêra Silêmaniyê ku serbi Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (RHK) ye, bombebaran kirin. Di nûçeyê de derbarê detayên êrîşê de ti agahî nehatine dayîn.
Her weha Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ragihandiye ku di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirkan a li ser 2 baregehên Şengalê de, mîlîsek miriye û 2 jî birîndar bûne.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku di êrîşa hewayî ya li ser gundê Barê ya navçeya Xanesora Şengalê de sivîlek birîndar bûye û ziyanên madî çêbûne.
DSG: 12 kes mirin
Hêzên leşkerî yên Rêveberiya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrîşên hewayî daxuyaniyeke nivîskî da.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku ji Rojava weşanê dike, di encama bombebarana hewayî û bejayî yên Hêzên Çekdar ên Tirkan de cih û warên sivîlan, binesazî û xalên ewlehiyê bûne armanc.
QSDê ragihand ku di êrîşên li ser 42 xalên cuda de herî kêm 12 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûne.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên ku hatine bombebarankirin wiha rêzkirin:
“Stasyona elektrîkê a Amûdê, embarên genim yên Qamişloyê, stasyona petrolê a Koçerat (2 caran), stasyona petrolê a Seydayê (3 caran), stasyona petrolê a Odayê (2 caran), firûna Amûdê, firûna Dêrikê, stasyona elektrîkê ya Kobanê (3 caran), stasyona petrolê ya Rimêlanê (10 car). Li Qamişlo, Dêrik û Kobanê jî 8 cihên kar ên sivîlan hatin bombebarankirin. Balafirên hewayî yên bêmirov 4 cihên me yên li Kantona Firatê (Kobanê û derdora wê) û 6 xalên me yên li Qamişlo bombebaran kirin.”
(VC/AY)