Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) bi daxuyaniyekê dîyar kir ku wê digel Artêşa azad a Sûriyeyê(AAS) li Cerablûsê li 21 cihan daye, hêzên hevpeymanê jî li DAIŞê daye.
TSKyê eşkere kir ku wê bi operasyona ‘’Mertalê Firatê’’ li 21 cihan daye lê eşkere nekir ka li kîjan cihan daye.
TSKyê bi daxuyaniya xwe dîyar kir ku ‘’ji bo tinekirina tehdîda rêxistina terorî ya DAIŞê û rêxistinên dî yên terorî’’ TSKyê operasyona ‘’Mertalê Firatê’’ daye dest pê kirin.
Li gor daxuyaniyê, TSKyê ‘’108 caran bi topên Obûsê li 21 cihan daye ku hatiye eşkerekirin ew cihên terorîstan bûn.’’
‘Hêzên hevpeymaniyê jî bi fûzeyan li cihên DAIŞê yên li dora Cerablûsê daye.’’
Protestoya li Kobanîyê
Li gor Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) TSK û AASyê top li gundên li bakurê Cerablûsê daye. Li gundê Dendanîyeyê 5 sivîl bi tobbaranê mirine, 3 ji wan zarok in.
Li Kobaniyê operasyon bi protestoyan hat şermizarkirin.
(AS/MB)