Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Çekdarên Tirkan(TSK) da zanîn ku meh û nîv e wan ti agahî ji leşkerê li Sûriyeyê nestandibû. Dîyar bûye ku ew leşker mirine.
TSKyê agahiya mirina leşkeran ji bo malbatên wan got.
Yek ji leşkeran ji Çanakkaleyê bûye û serbazek e. Navê wî Kivanç Kaşikçi ye. Leşkerê dî jî ji Edeneyê ye.
Termê herdu leşkeran jî ji bo Tirkiyeyê hatine anîn.
DAIŞê ragihandibû ku wê du leşkerên Tirkiyeyê revandine. TSKyê jî di 29ê Çiriya Paşiyê de dabû zanîn ku îrtibata wan a bi du leşkeran re qut bûye.
49 leşker mirine
TSKyê digel Artêşa Azad a Sûriyeyê di 24ê Tebaxê de dest bi Tevgera Mertalê Firatê kiribû. Di operasyonan de 49 leşker li Sûriyeyê mirine.
(AS/MB)