Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Balafireka şerî ya Rûsyayê duhî di operasyoneka li dijî DAIŞê de, li El Babê li xaniyekê daye ku leşkerên Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) tê de bûn.
Bi êrîşê sê leşker miribûn û 11 leşker birîndar bûbûn.
“Ji xeletî ve bombe lê ketiye”
Serokerkaniya Leşkerî eşkere kir ku Rûsyayê ji xeletî ve li wê avahîyê daye ku leşker tê de bûn. Herweha Rûsyayê xemgînîya xwe ji bo vê yekê diyar kiriye.
Hin beşên daxuyaniyê ev in:
“Rûsyayê got ji xeletî ve bû”
“Rayedarên Federasyona Rûsyayê eşkere kirin ku rûdan ji xeletî ve pêk hatiye û ew xemgîn in û şirîkên şînê ne.”
“Li ser vê mijarê serokê Federasyona Rûsyayê Viladîmîr Pûtînî bakiriye serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyîp Erdoganî û xemgînîya xwe jê re diyar kiriye.”
Serokê CIAyê li Tirkiyeyê bû
Di heman rojê de, serokê CIAyê Mike Pompeo da ku li ser mijara Operasyona Reqqayê û Sûriyeyê bide û bistîne hatibû Enqereyê.
Sê leşker
Duhî ji xerabeyên xaniyê herifî termê Omer Akkûşê 23 salî, Mehmet Şahînê 25 salî û Emre Mûcahît Topalê 26 salî hatibû derêxistin.(NV/MB)